NAVENDA NUÇEYAN – Yek ji du gerîlayên li hemberî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kir Asya Alî beriya çalakiyê ji Rêber Apo, hevrêyên xwe, jinên PAJK’î, gel, hevrêyên li zindanan û malbata xwe re nameyê ku nivîsî û rapora ya çalakiyê ku amade kirîye hat weşandin.
Rapor û nameyên endama Tabûra Nemiran Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) ku li Enqereyê li hemberî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kir, bi vî rengî ne:
“JI TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE
RAPORA MIN A ÇALAKIYA FEDAYÎ
Navê min Asya Alî. Navê min ê di nava pergalê de Mîne Sevjîn Alçîçek. Ez di sala 1989’an de li Îzmîrê dayik bûm. Bi eslê xwe ji Colemergê me. Min beşa bernamekariya kompûterê xwendiye û bidawî kiriye. Ez di nava malbateke ji xwedî çar zarokan de zaroka çaremînim û keça tenê ya malê me. Ez ji malbata xwe bi nasnameya xwe têgihiştim, lê belê tevî vê yekê jî di nava malbata min a berfireh de ji derveyî min tevlîbûna li nava partiyê çênebûye. Zarokatiya min bi şeklekî perçekirî, di navbera mal û derdora sosyal de, derbas bû. Derdora me ya sosyal, hevalên me yên dibistanê, dihatin wateya dinyayeke pir cûda, rojeveke pir cûda. Hestên me, xeyalên me, hesreta me, hezkirinên me, bi kûrtasî şeklê têgihîştina me ya dinyayê pir cûda bû, lê ew hevalên min bûn. Derdoreke alternatîf ku me karîbûya hevalên Kurd û sosyalîst nas bikin jî nebû. Cîranên me, hevalên me yên dibistanê, ji zarokên karmend ên malbatên kemalîst pêk dihatin. Vê rewşê heta tevlîbûna min a li nava karên ciwanan dewam kir. Vê yekê bandoreke mezin li ser kesayet û karakterê min kir. Aliyekî min, ji ber ku nekarî nasname û çanda xwe bi têrkerî bijî timî bi hesret û kêm bû, aliyê din jî kesayeteke xerîb û dûrî ji nirxên xwe bû ku adapteyî jiyana di nav de bû. Yanî çawa ku aliyekî min ber bi asîmîlasyonê ve baz dida, aliyê min ê din jî dixwest nasnameya xwe, ku di destê min de tenê ew ma bû, hembêz bike û ez her di nava erafê de bûm. Dîsa jî nakokiyên min ên destpêke ji nasnameya neteweyî zêdetir, li ser nakokiyên zayendî bûn û sedema yekemîn, ku min bi Rêbertî re gihand hev, ev sedem bû. Ez di nava malbateke sosyal, ku jin tê de otorîter bû, mezin bûm. Lê rûxmî vê min dikarîbû newekheviya di navbera jin û zilam de bibînim, bi pirtûkên ku min dixwend û derdora ku min çavdêrî lê dikir re, min dikarî bû hîn zêdetir vê yekê têbigihîjim. Dema min nakokiyên xwe bi malbata xwe re parve dikir jî, min bersivên têrker nedidît û pirsên min li hewa diman… Di wê pêvajoyê de lêgerînen min hiştin ku ez gelek Partî û fraksyonên çep-sosyalîst, anarşîst an jî gelek rêxistinên femînîst, ekolojîk nas bikim. Lê belê di nava ti ji wan rêsxistinan de min bersiveke têrker ji lêgerînên xwe re nedît. Ya ku ez lê digeriyam teoriyeke rasteqîn û avaniyeke welê bû ku teorî û pratîka wê li hev dikir, bi qasî dijberiya xwe ya li sîstemê her wiha alternatîfa wê jî destnîşan dikir. Gelek ji wan rêxistinan vê yekparebûnê bêpar bûn. Çawa ku şitlek ji koka xwe tê qutkirin li ber bê dikeve, ez jî heta ku PKK’ê nas bikim li ber bê ketim. Li derdora me pirtûkên Rêbertî û Partiyê hebûn. Ji sala dawî ya dibistana amadeyî (lîse) ve min dest bi xwendina paraznameyên Rêbertî kir. Lê belê asta min a têgihiştinê pir paş de bû, min di fêmkirinê de zehmetî dikişand, min demekê navber dida, piştre jî min ji nû ve dest bi xwendinê dikir. Bi pêşniyara hevalek, min nirxandina ‘Evîna Kurd’ a Rêbertî xwend û bersiva hemû tiştên ku min bi salan pirs dikir, lê bersiva wan nedidît, di wê de dît. Çiqas min formûla ‘Çawa Bijîn’ di wan salan de hîna nekarî deynim holê jî, min êdî dizanî ku pêwîste ez çawa bijîm. Wê min ti carî li gorî rolên ku pergalê li ser jinê ferz dike, şekil negirtiba û min ê dinyaya xwe ya xeyal û hedefan bi vê re teng nekiriba. Ji ber vê min di nava xebatên jinên ciwan de cihê xwe girt û piştre jî weke Meclîsên Jinan û xebatên qada civakî dewam kir. Berî ku ez fîzîkî bi temamî ji pergalê qut bibim û werim çiyê, min, her tim bi awayekî aktîf nebe jî, nêzî deh salan di nava xebatan de cih girt. Di nava vê pêvajoyê de gelek hewldanên min ên tevlîbûnê çêbûn. Lê her yekî ji wan, yan ji ber astengiya hevalên ku ez di bin berpirsyartiya wan de bûm, yan ji ber kesên ku min bi wan re pêwendî didanî ne ewle bûn, yan jî ji ber bêtedbîriya min, bi rengekî neyînî bi encam bûn. Dîsa jî min her tim xeyala ku ez ê rojekê bibim Gerîla zindî digirt. Bi sedema xebata ku ez di salên dawî de di nav de mam re, min şensê hatin û çûyîna qadên azad û bi vî şeklî naskirina Gerîla peyda kir. Di wê pêvajoyê de jî çiqas min ji bo tevlîbûnê israrkiribe jî, heval jî bi qasî vê li dijî derketin û israr kirin ku ez xebatên heyî dewam bikim. Lê herî dawî: Heval Laşer, ku ji kêliya destpêke ve ji bo min bû cihê rêzdarî, hezkirin û baweriyeke kûr, di encama qezayekê, dema çûyîna çalakiyê de, şehîd bû. Ji ber cihê ku şehîd bû cîhê sivîlan bû, hevalan xwestin ku em biçin û cihê bûyerê kontrol bikin. Dema ku em çûn wir û me perçeyên hevrêyê xwe kom kir, min ji her perçeyekî wî re sozek da. Ez ê eskerekî layiqî wî bibim û tiştên ku wî nîvî hişt, çi dibe bila bibe, min ê temam bikira. Ji dozeke min, ku di heman pêvajoyê de dewam dikir re, bi sedema cîhgirtina min a li nava ragihandina berxwedana ya rêveberiya xweser, li ser min biryara girtinê hate dayin. Piştî ku min demekê li bajarê lê dimam bi qaçaxî mam, ez ji bo tevlî bibim gihîştim cem hevalan. Vê carê ji bo ez vegerim, hewldanên îqnakirinê ya bi saetan a hevalan, kêr nehatin. Di 31’ê Tebaxa 2015’an de ez tevlî bûm. Hem soza ku min ji Şehîd Laşer re dabû, hem jî, rûxmî ku me rêveberiya xweser ragihandibû, di serdegirtinên yekemîn a malan de belavbûna rêxistinbûna me, bi sedan kesên ku di fîşeka yekemîn de reviyan, ji min re qadeke din a tekoşînê nehiştin, rexnedayîna berpirsyartiya erkên ku me, bi îddiaya bûyîna pêşengên civakê re, girtibû ser xwe, lê di dema xwe de pêk neanî, min, di xwe de weke hêza tolhildanê amadekirinê dît. Yanî vê carê ji bo ez xwe bigihînim xeyalên xwe, sedemên min ên bi hêz hebûn, ku min ji hevalan re karîbû pêşkêş bikim. Ji ber vê ji perwerdeya Şervanên Nû û şûnde, min dest bi pêşniyarên xwe ji bo Tabûra Şehîd Zîlan kir. Pêşniyarên min ên destpêke bi devkî ji rêveberiyên min ên heyî re çêdibû. Hevalan jî dianîn ser ziman ku ji bo min hîna pir zû ye û pêwîste ez destpêke di nava Gerîla de bipijim. Di sala 2016’an de, dema ku ez li Cîlo bûm, heval Rênasa ku, em bi hevdû re di heman Tabûrê de man, çalakiya fedayî pêk anî bû. Lê heval berî ku xwe bigihîne hedefa xwe şehîd bû. Yekser piştî vê min, li ser esasê ku ez dixwazim çalakiya heval ku nîvco ma temam bikim, ji rêveberiya eyaleta me re raporek nivîsand. Ji rapora min re li ser cîhazê bersiv hat dayîn, hat gotin ku lehûrbûnên min erenî ne, lê wê çalakiyên bi vî şeklî demekê werin sekinand û bi vî awayî vesaziya min ji Hêzên Taybet re ket rojeva min. Berovajî piranî hevalan, min, hinek jî be, mîsyona Tabûra Şehîd Zîlan dizanî, lê ez ji Hêzên Taybet re biyanî bûm. Ez ji bo pêkanîna çalakiya fedayî tevlî rêxistinê bibûm û fêmkirina min a fedaîtî jî, di xwe de teqandina bombeyê, pêk dihat. Binesaziya wê ya bîrdozî, xwe xurtkirina wê, ked û hewldana wê di min de pir kêm bû. Ji xwe di wê demê de ez di asta fêmkirina vê yekê de jî nebûm. Dema ku ez ji bo Hêzên Taybet li bendê bûm, ez li ser esasê pêşniyara xwe, derbasî Zapê bûm. Zap qada min a yekemîn a tahmkirina Gerîlatiyê bû û min da diyarkirin ku ez dixwazim li wir li bendê bimînim. Dema ku ez li Zapê bûm, vesaziya min ji Akademiyên Şehîd Mahîr, branşa sabotajê re çêbû. Ji ber ku min ê bikaribaya bigihîjim asta ku, bombeyên ku wê min bigihînin azadiyê, bi destên xwe re çêbikim, ez pir kêfxweş bûm û dinya bibû ya min. Bi vê armancê, ez ji perwerdeya branşê re, ku min di sala 2017’an de dît, bi heman kelecanê re nêz bûm û her tiştê ku ez fêr bûm, li ser vê bingehê fêr bûm. Di heman demê de min bi nivîsandina raporên pêşniyarê ji Tabûra Şehîd Zîlan re dewam kir. Piştî perwerde bi demeke kurt, ez di sala 2018’an de derbasî nava Hêzên Taybet bûm. Piştî ku min dewreya bingehîn dît, min fêm kir ku ez di mêzekirina xwe ji fedaîtî re çiqasî teng nêz bûm. Bûyîna fedaiya Rêbertî dihat wateya, xwe di her qada jiyanê de bi vê misyonê re pêçandin, dema vê dike jî, bi evîneke mezin li dijî hemû paşverûtiyên xwe şerkirinê, bazdaneke sotîner girtina berçav e. Lê ez di nava xapandina ‘Ez ji xwe amade me’ de bûm. Bi xwestek, ji bo tu bigihîje tiştê ku tu dixwazî ked dayîn, di nava PKK de pir diyarker e. Di civaka serfkar a kapîtalîzmê de mantiqê ‘ez vê dixwazim, wê çaxê bila ya min be’ heye. Lê di nava PKK de feraseta ‘Ez dixwazim bi vî rengî şer bikim, li wê derê tevlî şer bibim, wê çaxê pêwîste ez di her watê de xwe araste bikim, dema ku ez hewldan û keda daxwazên xwe didim, pêwîste ez di oxira wê de, bikaribim bi her awayî dest ji tiştên xwe yên takekesî berdim û vê yekê bidim berçav’ heye. Têgihîştina ji vê yekê, ya kesayetên ku weke min di nava pergalê de şekilgirtin, zehmet e. Ji ber vê min jî ji fermandarên xwe re, bi gotina ‘Ez jî dixwazim çalakiya fedayî pêk bînim, çima pêşiya min nayê vekirin’ re, zehmetî da kişandin. Fedaîtî ne karekî navûdeng, karekî popularîte ye. Qehremantiya erzan qet nîne. Di serî de kesayet, tenê di mijara rêbaza şer de, ber bi biryarekê ve diçe. Ya herî esasî, piştî vê biryarê tu çiqas dikare xwe ava bike, biafrîne. Ya herî girîng jî, çiqas bi ezmûnkirina xwe di felsefeya Rêbertî re, dikare bi exlaqa wî re xwe bike yek e. Bêguman tê wateya çerxeke bêdawî û ji bo mirov xwe bigihîne rastiya Rêbertî, pêwîste her kêlî di nava avakirinê de be. Lê hin qonax hene ku pêwîste di kêliyê de werin fêmkirin û pêkanîn. Li beramberî dijwariya pêvajoyê, ev ji bo Kurdan, ji bo me weke milîtan, tiştê ku nebe nabe ye. Ez di nava Hêzên Taybet de gihîştim kûrbûna wê. Ev dem ji bo min, pêvajoya ji nêz ve naskirin, şopandina rêxistinê û hewldana ji kûr ve fêmkirin û xwe avakirinê bû. Di jiyana me ya ku bi felsefeya Rêbertî re şekil digire de, li beramberî pirsgirêk û lawaztiyên kesayetî ku derdikevin, dewlemendiya rêbazên rêxistinê, ji bo min her tim pir bi bandor bû. Eger ku çavkanî Rêbertî be, ti pirsgirêkeke kesayetî ku nayê çareserkirin, ti şerekî ku nayê biserxistin nîne. Bes em bikaribin bibin pêkhênerên rast ên Rêbertiya ku, dinya heyrana wî ye. Ez bi vê îddia û biryardariyê hatim nava Tabûra Şehîd Zîlan. Ji roja ku hîn bûm vesaziya min li qada ku xeyala min bû çêbû, bi salan bi heman coş û kelecanê dijîm. Ez dizanim ku ez çi jî bikim, ez ê nikaribim xwe bigihînim bilindbûna Şehîd Zîlan. Ew perperîka pêncemîn e ku di oxira xwegihandina heqîqetê de dikeve nava agir, li gel ku dibe xwelî jî rastiyê ji şopdarên xwe re vedibêje. Ew xwedawenda nemiran e… Ez tenê bi çalakiya xwe re dikarim ji dergeha wê re bibim berendam… Çawa ku teyrebazekî bi hedefa xwe re xwe kîlît dike û ji dervejî serketinê ti tiştekî napejirîne, ez ê di mêjiyê dijmin de bi teqandina hêrsa tolhildanê, ku min di xwe de kom kiriye, bersiva kedên hemû hevalên ku min nas kir û nas nekir bi çalakiya xwe bidim. Îddia û biryardariya min di vê astê de ye. Ez bi hemû samîmiyeta xwe diyar dikim ku ev biryardarî di min de psîkolojiyeke mirovekî ku diçe mirinê ava nake, lê kelecana hembêzkirina jiyaneke nû ava dike.
JI YEKPAREYA HEMÛ NIRXAN RÊBER APO RE
Pîroziyên hemû olan, hemû baweriyan hene. Hûn yekpareya tevahî pîroziyan, tevahî nirxane Rêberê min. Bila şaş neyê fêmkirin, ez bi xistina we li cihê xwedê re naxwazim neheqiyê li we bikim. Hûn zarokê pîroz ê xwedawendane. Ji zarokatiya xwe ve parastina we ya cewhera mirovbûyînê û bi bîrdoziya vê re, we gel rakir ser piyan. Dema ku em li dîrokê binihêrin, em ê gelek pêşengên ku xwe ji bo jiyana bi rûmet fedakirine bibînin, lê pêwîste mirov di rastiya we de, li kêleka nûnertiya her yekî ji wan, temambûna aliyên wan ên kêmmayî jî bibîne. Hûn mirovê yekane ne ku, bi felsefeya xwe re bû her kes, her tişt, bi jiyana xwe re, ji hemû civakên cîhanê re, armanca rasteqîn a hebûnê ispat kir û bû çavkaniya îlhamê. Ji bo me serbilindî ye ku bûne şagirtê we, di heman demê de rexnedayîna di kêliyê de, fêmnekirin û pêkneanîna we jî ewqasî li me giran e. Sedema ku hûn îro hîn di êşkencexaneya Îmrali de ne, hevrêtiya kêm e ku em nikarin derbas bikin û weke hemû hevrêyên din ku çalakî kirin, armanca min a herî mezin jî ew e ku ez kêmek jî be, bi çalakiya xwe re xwe bigihînim we. Serokê min, ez dizanim ku hûn wekî kesê ku gelekî qîmetê dide mirov û jiyanê li dijî çalakiyên bi vî awayî ne. Lê ez bi xwe spartina bextê we re pêwîste diyar bikim ku, kî an jî kîjan hêz ji we re an jî qadên azadiyê, ku we ava kiriye re destê xwe dirêj bike bila bike, em ê jî di dil û mêjiyê wan de bibin bombe û biteqin. Em ji van qadên ku me rojên herî watedar a jiyana xwe lê derbas kirin û ji we re, herî kêm ewqasî deyndar in. Ev der axa me ye, di her bosteke wê de xwîna şehîdên me heye, ger ku difikirin ku em ê vir ji wan re bihêlin, xwe dixapînin. Û rûxmî ku hûn fedaiyê herî mezin in û ev rastiyeke ku gotin li ser nayê kirine, ez hêvî dikim ku hûn vê yekê ji şervanên xwe re, ku ji bo jiyankirin û şerkirina bi bîrdoziya we re sond xwarin, zêde nebînin.
Serokê min, min her tim xweziya xwe li wan kesan anî ku we fîzîkî dît, bi qasî nefes standinekî jî be bi we re dem derbas kir. Lê ez êdî dizanim ku, ji roja destpêke ku min di pêkanîna çalakiyê de biryar girt û heya niha, her we di xewnên xwe de dît ku ev yek xwedî wateyekê ye. Di kîjan demê de, kîjan rewşê de dibe bila bibe, ez bawer dikim ku hûn dikarin bi şeklekî, bi me re heman frekansekê bigirin. Dibe jî pênaseya evîna rast ev e, dibe ku wateya rast a dîtinê ev e. Ez dizanim ku hûn her tim me dibînin, ez jî we dibînim Serokê min û ev wê di hemû jiyanên min de bi vî rengî be. Bi hezkirin, rêzdarî û bêrîkirinên xwe yên herî kûr re…
JI HEVRÊYAN HEMÛYAN RE
Wekî we hemûyan min jî salên herî bi wate yên jiyana xwe, li qadên azadiyê ku Rêbertî ava kir, li van çiyayan derbas kir. Ez di van patîkayan de ketim li pey cewhera heqîqetê, rastiya xwe, jinbûna xwe, Kurdbûna xwe. Di her gavekê de min şop, deng û silûetên lêgerînerên heqîqetê ên beriya xwe dît. Ev min hîn zêdetir bi vê rêkê ve girê da û ez fêr bûm ku rêka yên ku pisûlaya wan Rêbertî û şehîd be, ti carî şaş nabe.
Zarokên ku bê welat, ji zimanê dayîkê û nasnameya xwe bêpar in mirî ji dayîk dibin. Em zarokên ku mirî hatin dinyayê ne. Tekane şensê me ew bû ku fedaiyekî wekî Rêber APO, ji me re rêbertî bike û mercên jiyanê pêşkêşî me bike. Me tenê bi PKK’ê re nefes stand, jiyan dît. Niha ji her demê zêdetir êrîşî damarên me yên jiyanê dikin, dixwazin careke din me veguherînin bedenên bê nefes û mirî. Li dijî vê, bersiva ku her yekî ji we dide dizanim. Hûn di tunelan de bedenên xwe dikin mertal û şer dikin, li dijî dehaqên ku dixwazin we bi kîmyasalan bifetisînin, bişewtînin, fedaiyane têdikoşin. Weke hevrêyeke we dixwazim ku hûn bizanibin, ez ji bo bi şerê xwe re barê li ser milên we parve bikim, bi tevahî hebûna xwe re hewl didim. Ne tenê ez, hemû hevrêyên ku di qadên şerê germ de nînin bi min re heman hestê dijîn û ez bawer dikim ku hûn jî vê ji kûr ve hîs dikin. Ji ber ku em hevdû hîs dikin. Em pêşengên civakeke nû ne. Ev civak civakeke demokratîk, ekolojîk, azadixwaziya jinê ye. Û nimûneyên wê yên destpêke em in. Rêbertiya me utopyayek kir rastî û mirovahiyeke nû jîndar kir. Bi qasî ku bûyîna endama civakekê û bi exlaq û terbiyeya wê re şekilgirtin, ji bo me hemûyan şensekî mezin e, wateya ji dîrokekî re pêşengtî kirinê jî di xwe de dihewîne. Ez ji dil bawer dikim ku hûn ê hemû bi vê berpirsyartiyê re erkên me yên serdemê hembêz bikin, çawa ku ez îro hîs dikim ku ez bi we re di tunelên şer de şer dikim, bawer dikim ku hûn jî sibe di dilê dijmin de, di çalakiya min de, li gel min bin. Tekane xemgîniya min ev e ku ez dema ku ber bi azadiyê ve baz didim, li ser axa xwe şehîd nabim û bi destên pîroz ên hevrêyên xwe re nagihîjim axê. Dîsa jî dizanim ku em gerîlayên serdema kûantûmê ne û em di her rewş û di her kêliyê de hem li her derê ne, hem jî ne li ti deverê ne.
Miroveke dikare çend emrî bijî, çend emrî dikare di nava jiyanekê de bi cih bike? Îhtîmal e ku, yê ku ne gerîla be, gerîlatî nedîtibe, bersiva vê nizanibe. Ji bo wan şerkerî, hilbijartina emrekî kurt e. Halbûkî em hezar qatî zêdetir êş, kêfxweşî, kelecan û hezkiriyên ku mirovekî ji rêzê dijîn, di vî emrê ku ew ewqasî kurt tê pênasekirin. Em hemû hestan bi hemû dijwariya xwe dijîn. Ew di pergalê de, bi mirina mirovekî xwe re, xwe didin bawer kirin ku hemû jiyana xwe dikin şîn, di gotinê de dinyaya wan hildiweşe. Lê em bi destên xwe canên xwe, ku em bi bendên hevaltî bi wan re girêdayî ne û ji hemû têkiliyên biyolojîk wêdetir, hesta herî samîmî ye, dixin axê û li ser her nefesa ku piştî wê tê standin tolhildana yekî din li ser zêde dikin. Ev jiyana bi wate bi xwe ye, hezkirina rasteqîn bi xwe ye. Ev pêwîstiya mirovbûyînê, bi rûmetbûyînê ye. Ji ber vê, ji bo hemû emrên ku min bi we re jiyan kir, ez ji we hemûyan re mînetdar im. Ez nizanim ez ê hîna çend caran werim dinyê, lê ez hêvî dikim ku di her jiyanê de careke din PKK bibînim, careke din bibim hevrêya we. Ez ji dil bawer dikim ku hûnê heya dilopa dawî ya xwîna xwe vê jiyanê biparêzin, ji hemû hevrêyên ku min bi awayekî têkoşîna wan neynî bandor kir re rexnedayîna xwe didim û di şerê we de serketinê dixwazim. Wekî Şehîd Ekîn jî gotibû ‘Her tişt ji bo hevdîtina mezin e’…
JI BO JINÊN SEWDA YÊN PAJK’Ê
Rûxmî ku li her derê cîhanê jin zayenda duyemîn e, li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li welatên dagirkirî yên wekî Kurdistanê, wateya bûyîna jinê, bi her awayî koletî re, yanî mirinê re wekhev e. Heya ku jina Kurd bi Sarayan re, Beseyan re çirûskên yekemîn ên azadiyê pêxist… Wekî xwediyê Partî û artêşa jinê ya tekane û yekemîn di dinyayê de, em êdî behsa awantajên bûyîna jin di vê erdnîgariyê de dikin. Bêguman jin bi her awayî, li her derê dinyayê tê pelçiqandin. Ji yê herî feqîr heya ya herî dewlemend, ji karker heya serkar, ji siyasetmedar heya pîşemendiyan bi her awayî, ji yê bêkar, ji yê reş heya ê sipî, ji yê Amerîkî, Ewrûpî, Asyayî û hwd… Di roja me ya îro de jin dikevin ferqa vê û hewl didin ji bo azadiya xwe zemînên têkoşîna hevpar ava bikin, lê di ferasetên me yên azadiyê de xapandin jî hene. Di serî de li Ewrûpa, feraseta gelek jinan nikare bîrdoziya azadiyê ya lîberalîzmê derbas bike. Pênaseya azadiyê dibe ‘Ezê wekî ku dixwazim bijîm’, ‘Ez ê wekî ku dixwazim nêz bibim’, lê çawa ku piranî ber bi hilbijartinên ji exlaqê bêpar ve dibin, jinê jî hîn zêdetir tînin halê metayekê yan jî dişibînin zilam. Ev feraseta çewt a azadiyê, îro di nava jina Rojhilata Navîn de, bi taybetî jî di pêkanînên şerê taybet ên li Kurdistanê de, ku bi zanebûn tên pêşxistin, li herî pêş cîh digirin. Ji ber vê her roj jinên me, ji aliyê leşkeran, cerdevanan an jî ‘zilamên esas ên dewletê’ ve bi tecawûzkirinê tên qetilkirin. Ji jina Kurd re, bi qasî ku feraseta wê ya azadiyê, evînê, feraseta wê ya hezkirinê biguherîne, xwe negihandina me, ji bo me mijara rexnedayînê ye. Çawa ku em nikarin îddia bikin ku me xwe azad kiriye, heya ku jineke ku bi van polîtîkayan re rûbirû tê hebe, em nikarin îddia bikin ku em di têkoşîna xwe de serketî ne. Em jinên ku bi saya Rêber APO jiyan dîtin, em bi wî re gihîştin pênaseya rast a azadiyê, gihîştin rêxistinbûnê. Em xwedî rastiyekê ne ku, ji civakeke ku du jin nikarin werin gel hevdû, Partiyeke jinan, artêşeke jinan hate avakirin. Lewma li Kurdistanê awantajeke bi wî rengî ya bûyîna jin jî heye. Vê awantajê bi xwe re sînordarkirin, herî zêde jî ji avakerê wê, Rêbertiya me re, wê bibe neheqî. Wekî jinên wî yên sewdayê, em xwedî berpirsyartî û deynekî bi wî rengî ne ku Rêbertî bi hemû jinên cîhanê re bigihînin hev. Eger ku îro ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bûyîna sloganekê derketiye, wekî meşaleyeke azadiya jinan û gelan li welatan digere, pêwîste her kes avakarê wê nas bike û ji bo wî ji girava esaretê bikaribe derbixe, pêwîste tevahî cîhan biqîre. Hemû jinên cîhanê, tevahî mirovahî ji Rêbertiya me re vê yekê deyndar e û vê yekê ji wan re vegotin jî berpirsyartiya me ye…
Belê hevrêyên xweşik, di şerê ku jin, li beramberî zîhniyeta zilam dide de, ku şerê herî dirêj û bênavber ê dîrokê ye, bi we re bûyîn, bi we re xwe gihandina hezkirina bêdawî û dilpakiya jinbûnê, bi we re jiyankirin, bi we re şerkirin, ji bo min bi qasî ku bi rûmet e, berpirsyartiye jî. Ez soz didim ku ez ê heya dawî li gorî berpirsyartiya ku bûyîna perçeyekî ji vê evîna civakî, bûyîna mîlîtaneke PAJK’ê bijîm û şer bikim. Bi diyarkirina vê yekê ku ez çalakiya xwe ji Fermandara xwe ya pêşeng Aryena Baran re diyar dikim re, ez we hemûyan bi tevahî hezkirina xwe hembêz dikim, di têkoşîna we de serketinê dixwazim.
JI HEVALÊN ZINDANAN RE
PKK’yîbûyîn û PAJK’bûyîn, tê wateya, bi derbaskirina hemû sînoran re, xwedî aqlekî, hêzekî û xwedî şerekî hevbeş bûyîn e. Çiqas bixwazin we bi fîzîkî bi dîwaran re sînordar bikin jî, hûn îro bi me re di heman mewzî de, li beramberî heman dijminî, mil bi mil şer dikin. Hin car bedena xwe ji birçîbûnê re razandin, carna jî ji êşkenceyên bi her awayî re berxwedan bû çeka we, lê we her tim xeta Mazlûman, Kemalan esas girt. Hîna jî derbasnekirina her awayî zehmetiyên ku hûn jiyan dikin, ji bo me mijara rexnedayînê ye. Bi vê hestê, min di qadên azad de, ji her tiştî xweşik ku çavên min dîtin re, ji bo we jî mêze kir. Min ji bo we li ezman, guhertina demsalan, germbûna tavê, aramiya baranê nihêrî, tehma wê kir. Ez dizanim ku, bi qasî ku hûn xemgîn bûn, dema ku we agahiyeke biêş ji me girt, we coşa çalakiyên me jî ji kûr ve hîs kir. Merc çiqas giran jî bin, ez dizanim ku hûn, qada şer a ku hûn lê ne, weke qada Rêbertî dinirxînin û bi vî rengî lê hûr dibin. Hûn xwedî berpirsyartî û daneheveke bûyîna akademîsyenên civakeke nû ne. Wê li Kurdistana azad erkên we pir bin. Bi vê baweriyê ku hûn di zanebûna wê de ne, ez di têkoşîna we de serketinê dixwazim, bi hezkirin, rêzdarî û bêrîkirinên kûr we silav dikim.
JI GELÊ WELATPARÊZ Ê KURD RE
Pêvajoya muzakereyên bi dewletê re, ku qaşo wekî pêvajoya aştiye dihat binav kirin, rûxmî hişyariyên Rêbertiya me jî, pir tişt ji me bir. Ya herî xirab jî, bi jibîrkirina formula dewletê re û bi fikrandina ku wê rastî jî aştî pêk were re, em ketin nava xefletê. Pêwîste hûn êdî ferq bikin ku, rûxmî ku bedela rewşa vê xefletê giran bû, gotinên we yên aştî, heq, hiqûq neguherîne. Dema ku zarokên we bi kîmyasalan tên qetilkirin, di zindanan de ji mirinê re tên terkkirin, jinên we bi tacîz, tecawûz û heqaretên ji aliyê dijmin ve rû bi rû tên, pêwîste em bizanibin ku em ji kê çi dixwazin, yan jî em ê çi bixwazin. Hûn gelekî bi rûmet in ku di tevahî dîroka xwe de li ber xwe dane. Ji ber vê yekê pêwîste herî zêde jî hûn bizanibin ku azadî bedelên mezin dixwaze. Hûn dikarin îddia bikin ku hûn vê bedelê bi şandina zarokên xwe ji şer re didin, lê di rewşa heyî de ji vê wêdetir re pêwîstî heye. Îro li Rojhilat, li Îranê ji bo azadiyê bi sedan mirov tên kuştin, lê gavekê paş de navêjin. Hûn ji vê kevneşopiya berxwedanê re bûn çavkaniya îlhamê, lê îro, bi taybet jî ewqas bi tirs nêzbûna gelê Bakur, nayê fêmkirin. Tiştê ku malbatekê, ku zarokê xwe ji vê têkoşînê re dişîne, karibe winda bike çi ye, çi dikare hîn binirxtir be? Karên we, malên we? Eger ku em azad nebin, wê wateya kîjan ji van hebe? Dixwazin ku em fêrî tinebûna Rêbertiya xwe bibin, ku ji me re rûmeta me pêşkêş kir. Dixwazin we bi derewên bi vî rengî bixapînin ku hûn dikarin bêyî wî jî bijîn. Bi derewên ku ji ber ku Gerîla heye ev şer dewam dike, hûn tên xapandin, hûn di ferqa vê de ne? Ji rastiya gelê ku şer dike re guncaw xwe di her watê de gûrçûpêç kirin, wê bibe bersiva herî xweş ku hûn bidin zarokên xwe. Gelê ku min di oxira wê de şer da ber çavên xwe ew gel e ku, dema ku hestiyên hevrêyên min ên şehîd ji dayîka wan re bi kargoyê re tên şandin, an jî bi çewalan ji destê bavê wî re tên dayîn, qiyametê radike, dema ku şervanên wê bi kîmyasalê re şehîd dibin dinyayê bi erdê re dike yek e. Hûn xwedî vê hêz û îradeyê ne, ji ber ku hûn bi dîtina her awayî wehşetê re, bi berxwedanê re, hatin heya van rojan. Wekî ku Şehîd Çekdar got ‘Zarokên gelekî qehreman dibin fedaî’. Eger ku her kes tiştê ku dikeve ser milên xwe bike, wê demê rojên ku em bi Rêbertiya xwe re govenda azadiyê bigerînin nêz bin. Tenê hûn di zanebûna berpirsyartiyên xwe yên di şerê gel ê şoreşgerî de bin û zarokên xwe ji PKK dûr negirin. Her zarok, ciwana ku hûn ji PKK dûr bigirin, bi çi awayî jî be, têkilî qirêjahiyên pergalê dibe. Eger ku di dinyaya heyî de civakeke ku paqij mayînê bi ser xistiye hebe, ew civaka PKK’ê ye. Eger ku hûn paşerojeke bi exlaq, bi rûmet, bi zanebûn dixwazin, zarokên xwe bi felsefeya Rêbertî re, bîrdoziya PKK mezin bikin. Em mîlîtanên di zanebûna wê yekê de ne ku em ê, qasî ku xizmeta gelê xwe bikin, azad bibin. Ji ber wê ez di zanebûna wê de me ku ez ji bo we, bi taybetî jî ji bo dayikên şehîdan, çi jî bikim, wê kêm bimîne, dîsa jî weke zarokeke wan, dixwazim bizanibin ku ez herî zêde jî ji bo wan şer dikim, ji destê wan ên pîroz maç dikim.
BIJÎ SEROK APO!
BÊ SEROK JIYAN NABE!
JIN JIYAN AZADÎ!
BIJÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ!
AN SERKETIN AN SERKETIN!
BIMIRE PAŞVERÛTIYA BI HER AWAYÎ!
BIMIRE DEWLETA TIRK A FAŞÎST!
JI MALBATA MIN RE
Ez dikarim tehmîn bikim ku hûn ê bi agahiya ku hûnê bigirin re bihejin. Lê eger ku we di dema ku em bi hev re bûn min hinek nas kiribe, pêwîste hûn bizanibin ku tevlîbûna min jî, piştî tevlîbûnê şerê min jî, wê ji rêzê nebe û ez ê her tim hîn zêdetir, ya herî xweşik bixwazim. Min her tim ji we re digot, eger ku ez tevlî PKK nebim ez ê tevahî jiyana xwe, we sûcdar bikim û weke ku ez nikarim kêfxweş bibim, ez ê we jî xemgîn bikim. Ji ber ku we her tim hezkirina xwe li beramberî min weke astengî didanî. Halbûkî hezkirina rast, ji bo hezkiriya xwe, avakirina qadeke ku dikare azad lê bijî, pêwîst dike. Lewma dixwazim ku hûn bizanibin, piştî ku ez tevlî PKK bûm, hezkirina min a li beramberî we gihîşt cewhera xwe ya rast. Li ser min keda we pir e, beriya her tiştî pêwîste hûn fêm bikin ku terbiye û exlaqa ku we daye, min ber bi tercîha jiyana azad ve bir. Bûyîna layiqî we, ji bo we şerkirinê re derbas dibe. Eger ku hûn jî, wekî ku we her tim dianî ser ziman, bi rastî jî ji min hez dikin, têkoşîna min bidin domandin. Ne di asta ku hêza we têrê dike de, bi hemû îradeya xwe re li dijî dijmin derbikevin û ti carî li pey min negirîn. Çawa ku wê giriya we min bilind neke, wê min piçûk bixe. Bila şerê we ya yekemîn li dijî dijmin jî ev be. Ez du tişt ji we rîca dikim; ya yekemîn, biraziyên min bi zimanê xwe re, bi nasnameya xwe re mezin bikin. Hesta kêmbûnê ku min dît, bila ew nebîne û teqez bila Rêbertî, PKK’ê nas bikin. Ya duyemîn, perçeyekî min ê herî biçûk bimîne jî, min di goristaneke Şehîdan de binax bikin. Ez encax dikarim li gel hevrêyên xwe bi aramî razim. Dibe ku hûn keçeke xwe winda dikin, lê min bi sedan hevrêyên xwe winda kir. Ez hêvî dikim ku hûn min fêm bikin.
Dayîka min a hêja, ji ber ku min, weke keçikeke te ya tenê, nekarî bi te re zêde dem derbas bikim û bi te re mijûl bibim, min efû bike. Ez her tim bi fikrandina ku bavê min û birayên min bi te re mijûl dibin re rehet dibûm. Lê min di nava Partiyê de, di nava hevrêyên xwe yên jin de fêm kir ku, pêwîstiya jin bi jinê re, nîqaşa jin bi jinê re ti tiştekî din nikare temam bike. Ji ber vê, dema ku ez bawer dikim ku tuyî her tiştê ku te nekarî bi min re jiyan bike, bi jinên li derdora xwe re ava bikî, wê ev bibe diyariya herî xweş ji bo min. Heya ku hûn min bînin bîra xwe ez bi we re me, bes hûn jî li gorî têkoşîna min bibin xwedî seknekê û ji bîr nekin ku hemû hevrêyên min zarokên we ne. Ez jî zaroka bi hezaran malbatên şehîdanim. Di asta ku hûn min fêm dikin de, ez bi we re me.
Silav û Rêzên Apoyî
Asya Alî
11.11.2022″