QAMIŞLO – Îro Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê 3’emîn Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya “Bi hûner û werzîşê xwendekaran çanda xwe mîsoger bikin” lidardixe. Festîval ji Şehîd Metîn re tê diyarî kirin. Bi sedan xwendekaran ji dibistan, zanîngeh û peymangehên herêma Cizîrê li Warê Werzîşê ya Hisên Kîço beşdarî festîvalê dibin.
Di dest pê kê de, di şexsê Şehîd Metîn de, bi deqayekî rêzgirtin tevahî şehîdên şoreşê hatin biranîn. Piştî wê, berdevka giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Welatpaêz ên Suriye Jînda Abdullah axivî û diyar kir ku xwendekar û gelê kurd encax bi çanda xwe dikarin azad bibin Û bigihêjin serkeftinê.
Piştre bavê Şehîd Metîn axivî û destnîşan kir kir ku xwedî derketina li çanda kurdî têkbirina faşîzmê Tirk e. Her wiha, diyar kir ku divê mirov li ser rêya Rêber Apo û şehîdan bimeşe û teqez kir ku kombûna xwendekarên welatparêz serkeftinekî mezin e.
Her wiha, xelatekî ji malbata Şehîd Metîn re hat dayîn.
Piştî wê bernameyê werzişî destpê kir. Turnoveyên voleybol, futbol, pingpong û satranc ji bo xwendekarên dibistan û zanîngehan destpê kirin.
Festîval bi bernameyekî hûnerî berdewam dike.