NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma me ya ku geşedanên dîrokî lê diqewimin, ciwan wê bi rola xwe ya şoreşgerî bigihin encamên kû her kes li bendê ne. Divê li ku derê be rêxistinkirî û di nava liv û tevgerê de be!
Soza Ciwanan
Em di pêvajoyeke wisa de ne ku rola ciwanan û diyarkirina rêgezên rêxistinî û çalakiyên pêwîst nîqaş kirin girîng dibe. Pêşketinên li herêma me, Tirkiye û Kurdistanê, rewşa civakê ya îroyîn vê yekê li ser ciwanan ferz dike. Ciwanên ku hem di aliyê rêxistinî û hem jî di aliyê hêza çalakiyê de diyarker in, divê bi awayekî bi bandor tevlî pêvajoyê bibin û peywira xwe ya pêşengiyê pêk bînin. Di vê pêvajoyê de ew beşa civakî ya ku divê herî zêde bi berxwedan û hêza xwe ya çareseriyê derkeve pêş, ciwan in.
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku tevgerên ciwanên şoreşger û welatparêz nikarin weke partiyên siyasî û rêxistinên medenî nêz bibin. Di vê wateyê de tevgerên ciwanên şoreşger-welatparêz xwedî nasname, rih û rêbazê xwe ne. Ciwanên welatparêz Xwedî kevneşopiyeke rêxistinî û têkoşînê ya pir kûrin. Nêzîkatiyên bi vî rengî yên fermî, burokratîk, nerm û lîberal tu carî nayên qebûlkirin. Pêwîste li dijî bûyerên ku diqewimin weke partiyeke siyasî daxuyaniyên çapemeniyê neyên dayin û were zanîn ku rêbazê vegotina bertekên nivîskî ti eleqeya xwe bi şêwazê ciwanan re nîne. Ji bo vê jî divê li kevneşopiya têkoşînê, terz û tempoya ciwanan vegerin çêbe. Divê ev nêzîkatiyên ku rêxistinên ciwanên şoreşger-welatparêz ji cewherê xwe dûr dixin, bê rol û mîsyon dikin û dixin rewşa rêxistineke din a civakî, divê bên derbaskirin û destûr jêre neyê dayîn.
Divê were zanîn ku asta çalakiya ciwanan asta rêxistinbûnê diyar dike. Dîsa hêzek civakî çiqasî birêxistinkirî be, ewqas bi bandor dikare tevbigere. Çalakî awayê îfadekirina rêxistinê ye, eynika rewşa wê ya çalakiyê ye. Rêxistinbûn hizir û îradeya ku tevger li ser tê avakirine. Di vê wateyê de çalakiyek bê rêxistin an jî rêxistinek bê tevger nikarê derketinekê bike. Ji ber vê sedemê rêxistinên bê tevger mehkûmî gendelî û perçebûnê ne. Bi heman awayî, çalakiyên bê rêxistin nikarin xwe ji çalakiyên ku ne li ser bingehê hizireke hevpar in, ne aramin û ji armanca xwe dûr ketine, xilas bikin.
Ciwanî ji ber cewhera xwe ya dînamîk, her çalak e.Li cihê xwe sekinîn û statîkbûn taybetmendiyên ku her tim li dijî nasnameya ciwaniyê ne. Ji bo vê jî divê mirov li ser nasnameya ciwan a ku pir pê tê lîstin raweste û xweza û taybetmendiyên wê nas bike. Di hemû qonaxên dîrokê de hêzên serdest her tim ciwan weke parçeyeke xeternak ku divê di bin kontrolê de bê girtin dîtine û li gorî berjewendiyên xwe hewl dane wan bi cih bikin. Ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de ciwan bi hêza xwe ya çalakiyê di pêşketina civakî de xwedî cih û mîsyoneke diyarker e û bi cewhera xwe ya azadîxwaz û enerjiya bêdawî bûye kabûsa serdest û hêzên zalim. Di vê demê de rêxistina ciwanan derdikeve pêş. Bêrêxistinbûna ku ciwan timî tê de tên ragirtin, bûye sedem ku enerjî û hêza wan a çalekiyê were istismar kirin an jî biherike nava pergalê. Di roja me ya îro de hemû çalakiyên şerê taybet ên sîstemê di esasê xwe de ji bo kêmkirina taybetmendiyên navborî yên ciwanan, tevlihevkirina mejiyê wan û xistina bin kontrolê ye.
Li ser vê bingehê divê ciwan rewşa xwe ya rêxistinî û xeta çalakiyan bi rengekî li gorî cewher û dîroka xwe binirxînin û cihê xwe di têkoşînê de diyar bikin. Li herêma me ya ku geşedanên dîrokî yên bi vî rengî diqewimin, ciwan wê bi rola xwe ya şoreşgerî bigihêjin encamên çaverêkirî. Divê li her derê ku lê lê ye birêxistin bibe û li ser tevgerê be. Ji ber ku: “Jiyana tê bêrîkirin ne bi mûcîzeyan, bi şoreşa ciwanan wê were.”
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam