NAVENDA NÛÇEYAN – Mîlîsên Jinên Agir û Rojê li dijî polîtîkayên dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber APO tê meşandin, li Stenbolê ragihandin ku wan çalakiyek şewitandinê wesayîta endamekî ya MHP’ê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de : “Di encama agahî û çavdêriyên der barê kesê ku li Sefakoya Stenbolê ji aliyê milîsên me ve hatiye şopandin; Têkiliya wî ya bi partiya faşîst MHP’ê re hat tespîtkirin û derket holê ku li ser navê MHP’ê di nava nijadperestî û komên çete de cih girtiye. Li aliyê din, êvara 29’ê Cotmehê, hêzên me li dijî wesayiteke kar a ku hat tespîtkirin aîdî kesekî ye, çalakiyeke sabotajê bi serkeftî li dar xist. Di encama çalakiyê de; “Wesayît bi temamî hatîye rewşa nayê bikaranîn, û di encamê de eşyayên li pişt wesayîtê bûne ax ku ziyaneke madî ya mezin rû daye.” hat gotin.