NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Herêmên Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
29’ê Cotmehê di saet 15.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û derbe li çeperekî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
31’ê Cotmehê di saet 14.40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî ji du aliyan ve li 2 kepçeyên ku bi armanca dagirkeriyê hewl didan rêya leşkerî çêbikin û wesayîtên zirxî yên ew diparastin, xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên otomatîk bi rengekî bi bandor li kepçeyê xistin. Ev kepçe îmha bû û dagirkerê operator ê kepçe bi kar dianî, hate cezakirin. Baskê duyem ê çalakiyê; li kepçeya din xist. Ev kepçe jî îmha bû û dagirkerê operator birîndar bû. Li wesayîta zirxî ya leşkerî ya ku her du kepçe diparastin, hate xistin. Vê wesayîta zirxî derbe xwar û 4 dagirker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de bi giştî; 2 kepçe îmha bûn, derbe li wesayîteke zirxî hate xistin, dagirkerek hate cezakirin û 5 dagirker jî birîndar bûn.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîne;
31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
31’ê Cotmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.
31’ê Cotmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Lolan a herêma Xakurkê 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
27’ê Cotmehê, 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Qele, Lolan, Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 8 caran, qadên Girê Reşîd, Sêdarê, Zengil, Rêbînê, Deşta Kafya, Çemrobotkî yên herêma Garê 6 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metîna yên herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 22 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran, qadên Silê û Kortek ên herêma Qendîlê 2 caran; bi giştî 44 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 11 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metîna yên herêma Metînayê 8 caran; bi giştî 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”