HAMBÛRG- Li Hambûrgê endamên TÇŞ’ê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi meşekê tecrîda girankirî protesto kirin.
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi meşekê ji Hambûrg Hauptbahnhof ber bi bajarê Hamburg Rathaus.ve meşiyan.
Di çalakiya ku Meclîsa Gel a Hambûrgê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn û hêzên enternasyonalîst ku piştgirî dan, pankarta “Free Ocalan – Azadî ji bo Ocalan” hate vekirin. Çalakiya ku alên Rêber APO û alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin, li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û Şehîd Asya Elî de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Her tim dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedane Zap ê”, “Terorîst Erdogan”, “Jin Jîyan Azadî”, “Zap Avaşîn Metîna Berxwedane Gerîla” hatin qîrîn.
Dem dema fizikî azadkirina Rêbertî ye
Li ser navê TÇŞ’ê Zelal Çewlîg daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO. Çewlîg da xuyakirin ku di şexsê Rêber APO de gelê Kurd bi taybetî û gelên cîhanê bi giştî tên cezakirin û got, “Em nikarin ji Rêberê xwe bibihîzin. Bi vî awayî şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn her ku diçe bêçare dibe. Sibe pir dereng e, îro dema wê ye. Dem dema azadkirina Rêbertiyê ye. Werin cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin.”
Werin Em Tecrîdê Bişkînin
Çewlîg diyar kir ku di şexsê Rêber APO de hiqûq û Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û got, “Çima cîhan bêdeng e? NATO û DYE sê meymûnan dilîzin. Dewleta Tirk bi vê yekê cesaret dike. Tiştek heye ku wan ji bîr kiriye; wêrekî û vîna ciwanên APO’y’î. Banga min ji hemû ciwanan re ew e ku werin kolan bi kuçe berxwedanê bi rêxistin bikin. Werin em tecrîdê bişkînin.”
Çewlîg di dawiya axaftina xwe de banga mîtînga mezin a 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Meşa bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê li Hambûrg Rathaûsê bi dawî bû.