ELMANYA – Li bajarê Elmanya Stûttgartê bi pêşengiya endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek bi heybet hat lidarxistin.Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi daxuyaniyên endamê TCŞ’ê Çawşîn Hezex dewam kir.
Hezex bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO û têkoşîna azadiya Kurdistanê.
Rêya me rêya ku Rêbertî nîşan daye ye
Li ser navê TCŞ’ê Çawşîn Hezex daxuyanî da û diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bidomînin. Hezex di daxuyaniya xwe de bal kişand ser parastina mîrateya şehîdan û wiha got;
“Weke ciwanên şoreşger em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê li ser şopa rêhevalên xwe yên ku çalakiyên fedaî pêk anîne bişopînin. Mîrateya ku wan ji me re hiştine em ê bi veguherandina perspektîfa xwe pêk bînin. Em ê bi ruhê Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Her roj êrîşî nirxên me dikin. Rêya me her tim rêya ku Rêbertî nîşan daye ye. Rêya sêyemîn divê bingeh were girtin. Ji ber ku hêza me heye.”
Çawşîn Hezex di dawiya axaftina xwe de banga mîtînga ku wê di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Kurdistaniyên ku piştî axaftina Çawşîn Hezex dest bi meşê kirin, di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Ciwan fedaî Rêber APO ne” û “Freiheit für Öcalan, Frieden in Kurdistan” qîriyan.
Ciwanên beşdarî meşê bûn jî biryardariya xwe ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO anîn ziman.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.