AMSTERDAM – Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Canfeda Med û bi beşdariya gelê Kurdistanê, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Şehîd Çekdar mîtîngek li dar xist.
Di çalakiyê de ku dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava hatin protestokirin û peyamên yekîtiyê hatin dayîn.
Pîrozbahiya ku bi govend û dirûşmeyan dewam kir, bi banga meşa li gelemperiya cîhanê ya 16’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, bi dawî bû.