LÛZERN – Ciwanên endamên TCŞ’ê li bajarê Luzern ê Swîsreyê li hev civiyan û ji bo mîtînga mezin a Kolnê ya 16’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, sînevîzyona bangawaziyê parve kirin.
Di bangawaziyê de endama TCŞ’ê Ronda Bat axivî û wiha got;
“Em jî dizanin ku di van rojên ku tecrîd bi giranî berdewam dike, ev demeke herî nêz a Rêbertî ye. Bi vê boneyê em di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêbertî li Kolnê dimeşin. Em hemû hevalên xwe vedixwînin vê meşê û mezinkirina têkoşînê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabê”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.