TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li El-Cerniyê ya gundewarên Kantona Tebqayê pêşangehek ji wêne û pirtûkên Rêber APO vekirin.
Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê li El-Cerniyê ya gundewarê kantona Tebqayê di bin diruşmeya “Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî’’ pêşangehek ji wêne û pirtûkên Rêber APO vekirin.
Di vê pêşangehê de saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û hejmarek ji şêniyên bajarê El-Cerniyê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan “Fatime El-Mihemed” ve hatin pêşwazîkirin û sînevîzyonek li ser vê pêşangehê hate pêşkeşkirin. Bi naskirina Jiyana Rêbertî armanc ew ê ku belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO û naskirina raman û têkoşîna Rêbertî pêk bînin.
Pêşengeh bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” û ‘’Ji Rêber APO re azadî’’ bi dawî bû.