HESEKÊ – Jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokrat li Hesekê derbarê tundiya li ser jinan de semînereke hate dayîn.
Ev semînera ku hat dayîn bi dehan Jinên ciwan telî bûn. beriya ku semîner dest pê bike deqeyeke rêzgirtin ji bo bibîr anîna şehîdên şoreşên rawestiyan.
Semînera tundiya li ser jinê di serî de di çarçoveya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hat dayîn. Wek mînak jin û saziyên jinan çawa û çima hedef dibin. Di vê derbarê de Di vê derbarê de endama Meclisa Jinên Ciwan ya PYD`ê Narîn El Casim wiha got; “Di dema şer de dijmin di serî de êrîşî jinan dike. Dewleta Tirk ji îdeolojiya Rêber APO ditirse. Ji ber ku bîrdoziya Rêber APO beriya her tiştî tê wateya jina azad. Ji ber vê yekê dewleta faşîst bi taybetî xwest hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê derûnî ve êrîşî jinan bike.”
Di semînerê de nêrînên jinên ciwan hate girtin û gelek kes axivîn û wiha gotin: “Ruxmî ku bi pêşengiya jinan serhildan û şoreş tên lidarxistin jî, lê belê tundî hê jî bi şêwazên cuda dewam dike.”
Di dawiyê de banga bilindkirina têkoşînê bi rêya xwedîderketina li xeta Rêber APO jin kirin: “Tenê bi îdeolojiya Rêber APO em dikarin xwe li hemberî her cure tundiyê biparêzin. Tenê divê em van bixin pratîkê.”