TIL TEMIR – Jinên ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Til Temir girêdayî kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeya dirûtinê bi dawî kir.
Li Til Temir ji bo 28 jinên ciwan Kurd û Ereb re dewreyeke perwerdeyê hat organîze kirin. Îro ji perwerdeya dirûtinê ya 30 rojî ji bo piştgiriya jinan bi dawî bû. Rojane ji derveyî fêrbûna dirûtina cilan, jinên ciwan di aliyê jinbûn, jiyana bi hev re, aştî û gelek mijarên din de semîner ji bo jinan hat dayîn.
Jinên Ciwan girêdayî kantona Cizîrê teqez kirin ku jinên ciwan ji bo piştgiya jinan her dem di nava hewildanan de ye.
Roja dawî bi civînekê ji aliyê berpirsîyare jinên ciwan ya kantona cizîr Sara Hesen pêk hat. Sara Hesen rewşa siyasî û Rêber APO û rola jinên ciwan di nava civakê de bi giştî hat şîrovekirin.
Jinên ciwan ev bang kirin; “Li malê nemînin, fêrî tiştên nû bibin da ku hûn xwe bêtir pêşve bibin. Ji ber ku felsefeya Rêber APO ev e. Jina azad her tim di nava tevger û têkoşîna de be û ji bo vê jî divê xwe perwerde bike.”
Di dawiyê de ji jinên ciwan ên ku beşdar bûn spasname hate dayîn.