PARÎS – Şehîdên Cotmehê di şexsê fermandarên nemir Rojger Hêlîn û Asya Alî ku di li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn û Şehîd Bêrîtan Hêvî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) dehatin bibîranîn.
Bîranîn di şexsê Şehîd Rojger Hêlîn, Asya Elî û Şehîd Bêrîtan de ku li dijî TUSAŞ’a Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî axaftina vekirinê li ser navê malbatên şehîdan Çetîn Amed axivî û got, “Yên di nava refên PKK’ê de têdikoşin rêya me ronî dikin û ji bo Kurdistana azad canê xwe feda dikin.”
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Şervan Wan axivî û diyar kir ku ciwan mîrateya şehîdan biparêzin û PKK hêviya dawî ya mirovahiyê ye.
Şervan Wan xîtabî Malbatên Kurd ên Welatparêz kir û got ku divê zarokên xwe bi paradîgma û felsefeya Rêber APO mezin bikin, di vê têkoşînê de bibin xwedî îrade. Şervan Wan di dawiya axaftina xwe de got, “Li vir her kesî bedelên xwe di wextê xwe de daye, êdî pêwîste van bedelên weren parastin.”
Li dû axaftina tevgera ciwanan, li ser navê Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan Lamya Merdin axaftinek kir û got, “Şehîd Bêrîtan pêşengek me ye ku bi rengê herî bi heybet nîşanî me da ku pîvanên azadiyê yên xet û dîroka me ya azadiya jinê li dijî nokerî û xiyanetê xwedî sekneke bi çi rengî ye.”
Piştre sînevîzyona li ser jiyana Rojger Hêlîn û Asya Alî hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê, nameyên ku beriya çalakiyê ji aliyê şervanan ve hatibûn hiştin hatin xwendin. Piştî sînevîzyonê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan li beşdaran helwa hat belavkirin.
Di dawiyê de Adil Botan ku li ser pêvajoya siyasî axaftinek kir, banga mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin kir.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.