MUNCHÊN – 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşengiya ciwanan li bajarê Munchên ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Şervanên azadiyê yên Kurdistanê di sala 2014’an de bi berxwedana fedayî çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgirî dida têk birin û 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi vê boneyê li bajarê Munchên Elmanyayê pîrozbahî hat lidaraxistin.
Li Munchên bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê, bi tevlibûna dehan ciwanan şahiyek hat li darxistin. Kurdistaniyên li navenda bajêr li hev civiyan, bi alên TEV-DEM û YPG’ê govend gerandin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Beşdarekî pîrozbahiyê ev tişt gotin: “Berxwedaniya Kobanê îro li cîhanê bûye mînakek mezin a bawerî û têkoşînê. Fikir û ramanên Rêber APO hişt ku îro wek hemû pêkhate em bi hevre jiyan û têkoşîn bikin. Berxwedana Kobanê ji bo giştî cîhanê serkeftinek mezin bû ”
Çalakî bi sirûda “Çerxa Soreşê” û peyama wê têkoşînê bidome bi dawî bû.