BELLÎNZONA – Li Bellînzona kantona Ticono ya Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek meşaleyî hat organîzekirin.
Di 23’ê Cotmehê de di hevdîtina Rêber APO û biraziyê wî Omer Ocalan de, ciwan li ser peyama Rêber APO ya “Tecrîd didome” daketin qadan û peyam dan ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were dê têbikoşin.
Çalakger li Bellînzona hatin cem hev û heta ber avahiya Parlamenta Bellînzona meşiyan. Ciwanên ku pankarta “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” vekirin, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Azadî ji Ocalan re” û “Ciwan cangoriyê APO ye” berz kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Kenan Kurt axivî û got, “Dema dawî bi Rêber APO û biraziyê wî Omer Ocalan re hevdîtin pêk hat. Di hevdîtinê de hevoka wî ya yekemîn ‘tecrîd didome’ bû. Rêber APO bi vê gotina xwe ji hemû gelê Kurd, gerîla, ciwan û jinên welatparêz re wiha dibêje; ‘Di şexsê min de dijmin komplo û qirkirina Kurdan didomîne.’
Kenan bal kişand ser çalakiya fedaî ya li dijî TAI’ê û got, “Şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn li hemberî yên ku teslîmiyetê ferz dikin xeta berxwedanê nîşan dan.”
Kenan soza mezinkirina têkoşînê li ser navê ciwanan, di şexsê şehîdan de da zanîn ku ew ê li her qadê têkoşînê mezin bikin; “Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe geş bikin.”
Çalakî li ber stranên Kurdî, govend gerandin û piştre bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.