NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlihê û Xelfetî hatin desteserkirin û qeyûm tayînê wê hat kirin.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin.
Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin.
Her wiha li Şaredariya Êlihê jî qeyûm hate tayînkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.
Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî qeyûm hate tayînkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşve gavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”
Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan jî ev tişt gotin: “Ev biryar tê wateya nenaskirina îradeya gelê Kurd. Bi sala ye wiha didome. Gelê me îradeya xwe raber dike ku xwe birêve bibe. Zîhniyeta ku vê ranagire, her carê derdikeve holê. Ev, zilm e. Gelê me vê heq nake. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin. Em ê her tim di nav gel de bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Em hevşaredar ji hêla gel ve hatin hilbijartin. Her çend bi awayeke fermî li ser peywira xwe nebin jî em ê bi gelê xwe re bin.”
Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bû, qeyûm hate tayînkirin.
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram hate pêşiya şaredariyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.
Bayram, bi van gotinan bertek nîşan da: “Ji xwe şerm bikin! Vê nekin. We 10 mifetîş şandin lê we tiştek nedît. Qeyûmî li vir dizî kir lê we tiştek nekir. Şeref Albayrak bi qasî dinyayekê dizî. Ev gel êdî şiyar bû. Sibe hilbijartin bê lidarxistin dê em ê dîsa bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
Wezareta Karên Hundir a Tirk, dozên li hevşaredaran hatine vekirin weke sedema biryara desteserkirina şaredariyan nîşan da.