NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’yê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li herêmên dagirkirî de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Me di daxuyaniya xwe ya 27’ê Cotmehê de diyar kiribû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li xeta Şêrawa hewldana êrişê dabû destpêkirin. Li wir hêzên me bi awayekî bandor li wan xistibû û cenazeyên dagirkeran di erazî de mabûn û neçar mabûn paşve bikişin. Piştî vê yekê hêzên me diçin ser cenazeyên 2 dagirkeran û di heman demê de çek û alavên wan ên leşkerî radikin.
Di encama vê çalakiya heyî de 3 çeteyên dagirker hatibû kuştin û her wiha 3 çete jî birîndar bûbûn. Di heman demê de çekeke M 16, çekeke AK-47, 2 cîhazên îrtîbatê, 2 rext, 4 jarjorên AK-47, 3 jarjorên M-16, zincîra BKC 2 lib û her wiha sindoqa BKC’yê, kamerayeke serî û mîqdarekî zêde a fîşekên AK-47 û yên M-16 ji hêla hêzên me ve hatin desteserkirin.”
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyeke xwe ya li dijî çeteyên dewlet Tirk a dagirker agahî parve kirin.