NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê li dijî desteserkirina şaredariyan bang kir û got, “Li çar aliyên Tirkiyeyê divê dakevin qadan û bersiva pêwîst ji dewleta Tirk a mêtinger re bê dayin. Her çalakiya bê kirin, her hedef rewa ye.”
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li hemberî desteserkirina şaredariyan daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“Em ê ti hêza ku îradeya me tine dihesibîne nas nekin. Divê gelê me li dijî êrîşan bi rengekî topyekûn li ber xwe bide û qadan neterikîne. Em mafdar in, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike, ji girtîgehan her roj cenazeyên hevrêyên me tên, li dijî gerîlayên azadiyê êrîşên îmhayê têne kirin, Rojava bi temamî di bin êrîşê de ye û îradeya me tê desteserkirin. Di nava van şert û mercan de ji bilî berxwedanê rêyeke cuda nîne.
Weke Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê em ê çalakiyên xwe yên tolhildanê yên li dijî desteserkirina îradeyê li her derê belav bikin. Her kes û saziyên îradeya gelê me nas nakin, di hedefa me de ne. Banga me li hemû milîsên me ye; her kes û saziyên dewletê bikin hedef. Em ê qat bi qat bersivê bidin van barbaran ku bi hovane êrîşî gelê me dikin û mirovên me qetil dikin. Banga me li hemû milîsên me yên azadiyê yên Kurdistanê ye, di serî de Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê dakevin qadan û bersiva pêwîst bidin dewleta Tirk a mêtinger. Her çalakî û hedef rewa ye.”