MEXMÛR- Çalakiya Nobetê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji milê Xwendekarên Dibistana Amade di bin pêşengtiya YXA (Yekitiya Xwendevanan Azad) hat dewr girtin. Bi moralek mezin Xwendekar beşdarî Çalakiyê Nobetê dibin ku 474 roj li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê didome.
Wekî Bernameya Taybet çalakvan doh û îro bi hev re Nameyên Fedayiyên demê Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn xwendin û niqaş kirin.
Jina ciwan Kajîn Ozak anî ser ziman ku ‘Çalakiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger ji bo me bû moralek mezin û wek xwendekar û ciwanên Wargehê pêwiste em Tekoşîna xwe xurttir bikin, da ku em bikarin layîqe mirasa wan Heval bibin. Heya Rêber APO bi fîzîkî azad nebe emê dev jê çalakiyên xwe bernadin.’