NAVENDA NÛÇEYAN – Ji alîyê gelê Bakurê Kurdistanê, sazî, siyasetmedar, rêveberên herêmî, rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk Nerazîbûn û bertekên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên ku Wezareta Karên Navxweyî yên Tirk ku bi hinceta dozên li dijî hevşaredarên şaredariyan hatine vekirin desteser kirine û îradeya gel îpotek kirine didome.
Dema ku Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Halfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) de desteser kir û qeyûm tayîn kir, gel li ber şaredariyê kom bûn û siloganên “Kayyuma Diz” berz kirin. “Kayyum wê biçe, gel were” , bi dirûşmeyên “Ji darbeyê re na” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” dest bi nobeda demokrasiyê kirin.
Zîhniyeta derbekar a ku hewl da encamên hilbijartinê yên demokratîk bin pê bike, îradeya gel îpotek kir û li şûna wekîlên gel qeyûm tayîn kir, gel daket kolanan û li ber avahiyên şaredariyan kom bû. Leşker û polîsên Tirk bi ava şid û fîşekên lastîkî êrîşî girseya ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê protesto dikirin kirin û danîna barîkatan li ber şaredariyê nehiştin girse bikevin hundir. Di çalakiyan de endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.
Di dema ku di navbera polîs û ciwanên ku ber bi şaredariya Xelfetî ve meşiyan û qeyûm lê hatibû tayînkirin de pevçûn derket, polîsan bi TOMA, fîşekên plastîk û gaza bîberê êrîşî ciwanên li kolanan agir pêxistin kirin. Piştî ku ciwan hatin astengkirin, dema xwestin bimeşin avahiya şaredariyê, bi barîkatên polîsan hatin astengkirin. Li hemberî êrîşê, dema ciwanan bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hewl didan barîkatan derbas bikin, polîsên Tirk bi TOMA, gaza bîber û guleyên lastîkî êrîşî girseya ku di nav de parlamenter û hevşaredar jî hebûn, kirin. Li hemberî destwerdana polîsan, ciwanan li kolanên kêlekê agir pêxistin û bi kevirên ku li hev kom kiribûn rê girtin. Li kolanan dirûşma “Bijî berxwedana Xelfetî” û dirûşmeya ”Navçeya Rêberê PKK’ê Rêber APO, Xelfetî teslîm nabe” hatin berzkirin.
Li Mêrdîn, Êlih, Amed, Mêrsîn, Halfetî û Wanê gelê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta faşîst a qirker AKP-MHP’ê li kolanan û li ber avahiyên şaredariyan berxwedana xwe didomîne, ji gelek bajarên Tirkîyê peyamên piştgiriyê girtin û çalakiyên protestoyî û daxuyaniyên çapemeniyê jî hatin dayîn. Li Enqere û Antalyayê meş hatin lidarxistin, li ber Şaredariya Esenyurtê Nobeda Demokrasiyê dan destpêkirin û bi dirûşmên “Kayyuma Diz Bicehime”, “Kayyum wê derkeve, gel wê were” û “Ji derbeyê re na” dengê xwe bilind kirin.