HESEKÊ – Îro jinên ciwan ên Hesekê ji bo bîranîna şehîd Asya û Rojger hatin cem hev. Jinên ciwan biryar dan ku wêneyên 2 şehîdên ên ku çalakiya fedaî pêk anîne li ser dîwarekî xêz bikin.
Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn di 23’ê Cotmehê 2024’an de di dilê dijmin Enqereyê de çalakiya fedayî pêk anîn. Her du fedayî di dilê Enqereyê de bûne volkana tolhildanê û tê destnîşankirin ku Navenda TUSAŞ’ê hate fetihkirin, qasî 74 deqeyan şer kirin.
Em çalakiya heval Asya û Rojger silav dikin. Bi vê çalakiya şehîd Asya û Rojger li hemberî tecrîda girankirî helwest danîn. Ev çalakî sembola vê heqîqetê ye û me ji xwest bi wêneyan ên ku me xêz kir bibin şopdarên şehîd Asya û Rojger.