NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî darbeya siyasî ya dewleta Tirk a faşîst li ser şaredariyên Elîh, Merdîn û Xalfetiyê pêk hatiye, ji aliyê Yekîneyên Elîh û Amedê ve çalakî hatine lidarxistin.
Bi çalakiyên di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” hatin lidarxistin de, ciwan ji bo xwedîderketina li vîna xwe daketin qadan çeperên berxwedanê.
Li Êlîhê ciwanan danê êvarê bi dirûşme û tilîliyan li dijî biryarên qeyûman û desteserkirina îradeyê meşiyan.
Gelê Elîhê jî bi çalakiya xwe ya deng ve piştgirî da endamên YCWK’ê.
Li Amedê dîsa danê êvarê ciwanan refleksên xwe yên li dijî qeyûman bi meşê li kolanan nîşan dan. Piştre jî di navebera ciwanan û polîsan pevçûn çêbû..