REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê ji bo bîranîna şehîd Asya û Rojger Ciwanên hatin cem hev. 20 ciwanan îro li navende ciwanan de her du şehîdan bi bîr anîn. 23’yê Cotmeha 2024’an endamên Tabûra Nemiran şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn li hemberî navenda hilberandina çekan TUSAŞ’ê, çalakiyeke fedaî pêk anîbûn. Ji ber ku çalakiya her du şehîdan bandoreke dîrokî hiştiye, Ciwanên Şoreşger a Reqayê xwest ku her du kesayetan baştir bi ciwanên herêmê bide naskirin.
Bi vê armancê endamen Ciwanên Şoreşger a Reqayê biryar dan ku nameyên yên şehîd Asya û Rojger bi zimanê erebî bixwînin. Name ji aliyê Îsmaîl El-Hiwêce, berdevkê Meclisa Werzîşê ya Reqayê ve hatin xwendin.
Her wiha Îsmaîl ev tişt anî ziman: “Ji bo me girîng e ku ciwanên me her du şehîdan nas bikin. Di têkoşîna azadiyê de bandorek dîrokî hiştin. Divê ciwanên şehîd Asya û Rojger ji xwe re bikin mînak. Divê ciwan bi helwesta her du heval Asya û Rojger xwe xurt bikin.”