ÊLIH – Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Li Êlihê gel li dijî tayînkirina qeyûm di roja duyemîn de li ber xwe dide û nerazîbûn nîşan dide. Ciwanên Kurd ên li Êlihê ji duh ve li ser piyan in. Îro jî ciwan li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman bi tilîliyan daketin qadan û hêrsa xwe anîn ziman. Pevçûna bi polîsan re ji duh ve berdewam dike. Dewleta Tirk a faşîst bi ava şid û guleyên lastîkî bi her awayî êrîşî xwepêşanderan dike û ji duh ve bi dehan xwepêşander hatine girtin. Lê bi taybetî jî ciwan rê nadin û li kolanan bersivên xwe nîşan didin. Di çalakiyan de peyama xwedîderketina li îradeya xwe hat dayin. Ciwanan bi çalakiyê xwestin nîşan bidin ku berxwedan îro di roja duyemîn de didome.