NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama dagirkeriya hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi tayînkirina qeyûman, gel bi pêşengiya ciwanan li Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn qadên .
Ciwanên ku li bajarên Merdîn, Qoser, Elîh, Wan û Esenyurtê kolan vala nehiştin, li dijî zîhniyeta emanetê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” li ber xwe dan.
Polîsên faşîst xwestin li gelek cihan çalakiyê belav bikin, lê ji aliyê berxwedana ciwanan hatin astengkirin. Ciwan bi kevir û barîkatan bersiv dan wan.
Berxwedan li gelek nuqteyan bi hemû leza xwe didome.
Ciwan bi biryar in ku kolanan neterikînin û Kurdistanê bikin gora faşîzmê.