NAVENDA NÛÇEYAN – Ji duh ve gelê Kurd li Bakur li ser piyan e. Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariyên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Şaredariya Esenyûrtê dewam dikin. Ji bo piştgiriyê bidin gelê Bakur, ciwanên Kurd ên li Fransa û Swîsreyê dest bi çalakiyên piştgiriyê kirin.
TİCİNO
Desteserkirina îradeya dewleta Tirk a faşîst a li dijî şaredariyên li Kurdistanê, li bajarê Tîcîno yê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û YJK’ê hate protestokirin.
Li ser navê TCŞ’ê Koçer Dîderî daxuyanî da û wiha got: “Duh danê sibehê qeyûm tayînî şaredariyên ku gelê me bi vîna xwe hilbijartibûn, hatin tayînkirin. Berxwedana gel a li dijî dewleta Tirk a faşîst a barbar ku vîna me desteser dike pêk hat.
Piştî xwendina daxuyanî, çalakiya rûniştinê bi dirûşma “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” bi dawî bû. Di çalakiya rûniştinê de sirûda “Lêxin Birano” hate pêşkêşkirin.
BORDEAUX
Li herêma Rochefort a bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) li dijî wesayetên li Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Di meşa ku de alên Rêber APO, alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hatin vekirin û dirûşmên “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de; Li Kurdistanê, li her kolanê, li her qada ku jin û gelê welatparêz bi taybet ciwanên Kurd lê amade ne, banga berxwedanê hate kirin. Şervan Varto got, “Divê ciwanên Kurd desteserkirina vîna xwe qebûl nekin û vîna hemû gelê Kurdistanê biparêzin û bersiva pêwîst bidin desthilatdariya faşîst.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Kurdistan Wê Ji Faşîzmê re Bibe Gor” bi dawî bû.