NAVENDA NUÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), milîsên HDBH û meclîsên ciwanan ên herêmî li taxên Baglar û Îpragaz ên Êlihê bend danîn û bi hêzên Tirk ên dagirker ku êrîşî gel kirin re şer kirin.
MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî da: “5’ê Mijdarê saet di 20.00’an de li taxên Îpragaz û Baglar ên Êlihê li dijî darbeya qeyûman, milîsên me daketin qadan. Milîsên me li gel milîsên HBDH û meclîsên ciwanan ên herêmî li dijî êrîşên li ser gelê me li ber xwe dan. Milîsên me bi gel re li gelek deveran bend danîn. Dagirkeran bi awayekî hovane êrîşî mîlîsên me û gelê me kirin û li gelek nuqteyan pevçûnên dijwar qewimîn. Milîsên me bi kevir, fîşekên hewayî û teqemeniyên bi destçêkirî bersiv dan wesayîtên zirxî yên polîsan û leşkerên dagirker. Di encam pevçûnên tund de gelek dagirker birîndar bûn.”
MAK’ê diyar kir ku heta ku êrîş bidomin, ew ê gelê xwe biparêzin û bersivê bidin dagirkeran û bang li hemû mîlîsên MAK’ê kir ku “ji Geverê heta Stenbolê, Serhedê û Botanê li dijî dagirkerî û faşîzmê li kolanan li ber xwe bidin.