NAVENDA NUÇEYAN- Ez si sala 1986’an de, li Ewrûpayê tevlî partiyê bûm. Berê ku ez biçim cem Rêber APO, û perwerdeya Rêber APO bibinim, wekî her yekî ji we, xeyal û daxwaza min ew bû, ka ez ê çawa Rêber APO bibinim. Min hertim wisa ji xwe re digot: “Ez hema biçim 15 rojan jî li cem Rêber APO bimînim, êdî rêxistin li kuderê vesaziya min çêbike, ferq nake. Min danûstandinên Rêbertî tim meraq dikirin. Tiştê yekemîn ku min ji Rêbertî bihîstibû, Şehîd Hozan Mizgîn ji min re behs dikir. Min sekna hevala Mizgîn dît û min got, demekî yê ku li gel Rêbertî dimîne wisa zana dibin, wisa çeleng dibin, çalakvan dibin. Yanî bedew dibin û dibin militan.
Carekê teyrekê biçûk ji Rêbertî re hatibû. Rêbertî dema ku li akademiyê bû, rojane lê mêze dikir. Mutleqe serî lê dida. Mêze dikir, ka ava wî heye, xwarina wî heye. Ew teyr jî bi goşt dihate xwedî kirin. Goştê ku hevalan ji Libnanê danîn, didan vî teyrî jî. Teyr qederek mezin bû. Lê hîna ne difiriya. Rêbertî rojekê ji bo erkekê ji akademiye derketibû. Hevalên ku cihê xwe di nava rêveberiyê de digirtin jî, li gorî derfetên xwe li wî teyrî mêze dikirin. Êdî nêzî mehekî derbas bû, ku Rêbertî nehat akademiye. Teyr jî êdî her ku çû, mezin dibû. Êdî baskên wî têrî firandinê kirin. Bi firê ket, lê hevalan bernedida. Hindek heval bendek dirêj pê ve kiribûn ji bo ku winda nebe. Ji bo ku neçe, her pê digirtin. Bi vî awayî teyr her fêr dibû bifire û wî dîsa datanîn. Rojekê, em serê sibê çûn cihê akademiye, yanî cihê rêveberiyê, ji ber ku hevalan bangî me kiribûn. Min dît hevalê me yê kordînê, heval Nûman moralê wî ketiye. Me got: “Heval, tiştek buye?” Heval Nûman got: “Yaw, hîç nepirsin. Teyrê Rêbertî çuye.” Wê çaxê me meraq dikir çawa çuye, ji ber ku teyr her girêdayî wî bendî ye. Me jî bawer nedikir ku teyr bi xwe, ev bend qetandibe. Me jî li bendî nêrî û wisa xuya dikir, heçkû kesekî bi kêrêkê ew bend jêkiribe. Ê tabîkî, me nezanî gelo bend riziya û wisa qetiya yan jî kesekî bi xwe ev bend jêkiribe. Em fikirîn gelo em ê çawa ji Rêbertî re bêjin, ji ber ku dema ku Rêbertî ji akademiyê derket, ji me re çend caran gotibû ku pêwîst e em baş li wî teyrî mêze bikin. Me got heta ku tam mezin bibe, jixwe wê cihek ji bo teyrî were çêkirin û me wê teslimî Rêbertî bikiriba. Heval jî êdî çend caran pey ketin, û dîtin ku teyr li dora qampê ye, lê nayê girtin. Tam mîtroyek nîne, lê dora 70-80 cm ew bend bi lingê teyr ve alandî ye. Dema ku li TV belkî hevalan di klîban de dîtibin, ew teyr heye û ew bend jî di bin lingê wî de ye. Teyr çû. Dema ku me veguhestina qampê ji Rêbertî re şand, me ev yek jî di veguhestinê de anîbû ser ziman. Rêbertî heta ku bixwe nehat akademiye tiştek negot. Lê dîsa jî, em pir xemgîn bûn, yanî me xwe lêpirsîn kir, me çima baş lê mêze nekir, gelo sedema vê yekê çi bû hwd. Êdî qasî 2 heftêyan derbas bû, teyr diyar nebû û me bi temamî nezanîbû li kuderê ye. Rojekê agahî dane me û gotin ku Rêbertî hatiye û wê were gel me. Em hemû heval ketin torenê. Torenek pir mezin bû, hejmara me nêzî 700 e. Deriyek hebû ku me jê re “Deriyê serkeftinê” jê re digot. Rêbertî ji erebê derket û ji pişt wî derî heya qampê bi hevalan meşiya. Em jî wekî hevalên rêveberî çûbûn Rêbertî pêşwazî bikin. Em çuyîn me carekê dît ev teyr em nizanin ji kuderê derket lê carekê de li dora Rêbertî difiriya. Rêbertî wisa lê mêze kir û çend caran keniya. Çend caran her lê mêze dikir û ji heval Nûman re got: “Hûn heta li vî teyrî jî xwedî derneketin. Halê akademiyê çawa ye em ê niha bibinin.” Rêbertî got ku di esil de, ev teyr niha hatiye û giliyên rêveberiyê dike. Digot “Binêrin ev teyr hatiye û dibêje, we baş li min mêze nekiriye.”
Yanî em matmayî diman, ev teyr çawa çû? Hatina Rêbertiyê di nava akademiyê û vegera vî teyrî û her wekî din. Heta ku Rêbertî tek tek hevalan silav dikir û heya ku çû cihê rêveberiyê, ev teyr qet dûr neket. Ji bo me vêya dida diyar kirin, ku Rêbertî çiqasî bi çûkekê yan teyrekî jî be, ferq nake, girêdayî ye. Yanî gelemperî, nêzikatiyên Rêbertî yên li beramberî xwezayê dida diyar kirin. Rêbertî wana hîs dikir û tabîkî wana jî, Rêbertî hîs dikir û hezdikir.