ŞENGAL – Di encama tekoşîna gelan de piştî 43 mehan hevdîtin bi Rêber APO re ji aliyê Omer Ocalan ve hate kirin. Di hevdîtinê de Rêber APO got ku tenduristiya wî baş e lê dest nişan kir ku tecrid berdewam e. Di dawiyê de silavên xwe ji her kesî re şand.
Ciwanên Êzidî mêşek bi dirûşmeya “hezar silav ji Îmraliye re” li gundê Borik lidarxistin. Bi coşekî mezin ciwan û jinên ciwan tevlî meşa meşaleyê bûn. Agahiyên li ser tenduristiya Rêber APO û silavên wî bi kefxweşiyekê mezin hatin pêşwazîkirin.
Ciwanan di meşê de wiha gotin: “Heta ku Rêber APO fîzîkî azad nekin û dawî li îşkenceyê neynin em ê meş û çalakiyên xwe berdewam bikin û em ê têkoşîna xwe hin xurtir bikin.” Meşa ciwanan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî ve hate xwendin.
Daxûyaniya bi vî awayî bû :
“Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê em berxwedaniya Rêber APO ya ku 26 sala di nava Îmraliyê de silav dikin. Weke hûn jî dizanin 3 sale tu agahî ji Rêbertî nebû. Beriya demekî hevditin bi Rêber APO re hate kirin û bi silavên Rêbertî gihaşt me. Em jî weke ciwanên Êzidî, weke ciwanên Şengalê silavên wî bi dilekî germ, bi ruhê ciwantiye pêşwazî dikin.”
Axaftina Sara Şengalî wiha berdewam kir: “Em vê hevditinê tenê qebûl nakin. Bila dijmin baş bizanibe, bi taybet dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî mala Barzanî-PDK, ewê tu carî nikaribin îradeya gelê Êzidî, îradeya gelê kurd tune bikin. Ji ber ku em heza xwe, morale xwe, cesareta xwe ji Rêber APO û ji Şêhîdê xwe digirin. Bi taybet jî bi ruhê Şehîd Asya û Şêhîd Rojger em ê li qadan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê em ê dev ji tekoşînê bernedin.”