NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana gel ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 3’yem de didome. Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetî berdewam dikin. Îro jî gelek welatî hatin li ber avahiya şaredariyê Bajarên û çalakiya xwe berdewam dikin. Li gelek bajaran bi tevlîbûna siyasetmedaran daxuyanî û meş tên lidarxistin.
MÊRDÎN
Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên mafên kesên di çalakiyên protestokirina qeyûm de tên binpêkirin, stant danî. Serokê baroyê Ahmet Duyan bang li hiqûzanan kir ku li dijî qeyûman dengê xwe derxin. Nobetên li dijî qeyûman hatin destpêkirin jî didomin. Baroya Mêrdînê îtîrazî biryara “qedexekirina çalakî û daxuyaniyan” a walîtiyê kir. Baroyê gelek parêzeran ji bo stantê wezîfedar kir.
ÊLIH
Berxwedana gelê Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê didome. Tevî êrişên polîsan jî ciwan kolanan bernadin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” berxwedana xwe didomînin. Li Êlihê girse ji sê aliyan meşê li dar dixe û li Xelfetiya Rihayê jî bi tevlîbûna hevserokên DEM Partî û DBP’ê daxuyanî tê dayin.
XELFETÎ
Hevserok û nûnerên partiyên siyasî li Xelfetiyê di çalakiya dijî qeyûm de axivîn û banga berxwedana li dijî qeyûman li her kesî kirin û ev peyam dan: “Qeyûm ne çareserî ye, çareserî li Îmraliyê ye.” Heta ber şaredariyê meş hat lidarxistin û di meşê de dirûşm hatin berzkirin. Li nobedê stranên berxwedanê û dirûşm têne gotin.
WAN
Li dijî tayînkirina qeyûman li kolana herî qelebalix a Wanê zincîra mirovan hat kirin. Di rêzeke dirêj de gel stranên şoreşgerî dibêje.