NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên MAK’ê li Gever û Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman li Kurdistanê bi artêşa Tirk a dagirker ketin pevçûnê.
Ravekirin wiha ye;
“Milîsên me 5’ê Mijdarê saet 20:30’an de li taxên Gevere (taxê Zafer û Orman) li dijî darbeya qeyûman daket kolanan. Dagirkeran bi wesayitên zirxî û bombeyên gazê êrîşî milîsên me yên ku li kolanan barîkat danîn û agir pêxistin, kirin. Milîsên me bi teqemeniyên destçêkirî û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşan. Pevçûnên dijwar li gelek taxên Geverê belav bûn û heta saetên dereng dewam kirin.
5’ê Mijdarê di saetên êvarê de milîsên me bi taybet li taxên Baglar û Îpragaz ên Êlihê li gelek nuqteyan barîkat danîn û bi artêşa Tirk a dagirker ên ku êrîşî gel kirin re şer derket. Hêzên me bi fîşekên hewayî, molotofkokteylan û keviran bersiv dan êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gel. Di pevçûnên dijwar ên ku tevahiya şevê dom kirin de gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin. ”