NAVENDA NÛÇEYAN – MJAR (MILÎSÊN JINÊN AGIR Û ROJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Erziromê wesayîta kesekî faşîst şewitandin.
Hat ragihandin ku di encama çalakiya sabotajê ya li ser wesayîta kesekî faşîst ê ku û di maça Erzirom – Amedsporê de pankarta ji bo Jitemci Yeşîl li trîbûnan de hatibû vekirin û ev kes di nava koma faşîst de bû, wesayît nekariye bê bikaranîn.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
Yek ji kesên di koma faşîst a ku li Erziromê gotinên sosret li Rêber APO kiribûn û di maça Erzurumspor-Amedsporê de pankarta jitemcî Yeşîl vekiribûn, hat tespîtkirin. Li ser vê yekê milîsên me wesayîta kesê keşif kirin û li dijî wesayîtê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de; Wesayît bi temamî şewitî û hat rewşa nekarîn bikar bînin.