ÊLIH – Li Êlihê berxwedana ciwanan a li dijî qeyûman di roja sêyemîn de bê navber didome.
Gel di pêşengiya ciwanan de li dijî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya faşîst, darbekar, dagirker û qirker a AKP-MHP’ê ve ji bo tinekirina îradeya gelê Kurdistanê hatine wezîfedarkirin, kolan bi kolan li ber xwe didin.
Berxwedana gel a ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan li Êlihê dest pê kir di roja sêyemîn de ye. Di dema ku berxwedana bênavber a gelê Kurdistanê ya li dijî darbeya kayyumê ku tê de hewl tê dayîn îradeya azad a gelê Kurdistanê bê desteserkirin, bi pêşengiya ciwanan ev sê roj in dewam dike, zîhniyeta qirkirinê li hemberî ciwanan bêçare maye. Pêkanînên dijmirovahî yên polîsên Tirk ên faşîst ên weke zexta avê, guleyên lastîkî, gaza bîberê, îşkence û binçavkirinê jî ji bo tinekirina berxwedana gel têrê nekir ku gel û ciwanan bitirsînin û paşve gav biavêjin.
Ciwanên Kurdistanî kolanên Êlihê bi konteynirên çopê û keviran girtin, lastîkên wesayîtan şewitandin, bi keviran nehiştin personelên şer ên Tirk ên faşîst bi TOMA û tankan dakevin kolanan. Bêçarebûna artêşa Tirk a dagirker di wê yekê de jî hate dîtin ku li hember dînamîzma ciwanên ku agir berdane kolanan ji TOMAyan de “Ciwano, ciwano’’ deng dikirin.
”Li Êlihê bi sloganên dengê ciwanên ku sê rojan bênavber çeperên berxwedanê parastin û dijmin ji hewldana darbeyê poşman kirin, “Zext nikarin me bişkînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok!”, “Bê Serok jîyan nabe” li kolanên Êlihê deng Vedana wê berdewam dike.