ŞEHBA – Ciwanên Şehba û Efrînê îro ji bo bîranîna şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn hatin cem hev. Şehîd Asya û Rojger li hemberî navenda hilberandina çekan TUSAŞ’ê, çalakiyeke fedaî pêk anîbûn. Çalakiya şehîd Asya û Rojger ji bo tevahî gelê Kurd gelekî girîng bû, ji ber ku hêza berxwedanê ya Kurdan nîşan dan. Di çalakiyê de dewleta Tirk matmayî mabû, her du şehîdan nîşan da ku dewleta faşîst tevî teknolojiya xwe ya pêşketî jî nikare vîna Kurdan bişkîne.
Ji ber çalakiya dîrokî û watedar, ciwanên Şehba û Efrînê biryar dan ku her du şehîdan baştir nas bikin, dîroka wan û bi vî rengî îradeya wan ji nas bikin. Her du şehîdan beriya çalakiya xwe her yekî nameyek ji raya giştî re nivîsandin da ku gel usa dîroka wan û armancên wan baştir nas bike. Ev nameyen îro li Şehba ji ciwanan re hatin xwendin.
Jinek ciwan a bi navê Emîne yek ji nameyên şehîdan xwend û dû re wiha got: “Ji bo ku em şehîd Asya û Rojger baştir nas bikin ev xwendina nameyên girîng e. Di rastiyê de, ew çalakî ruhê fedayîtiya her ciwaneke Kurd e. Divê em şehîd Asya û Rojger ji xwe re mînak bigirin.”
Ciwanan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” xwendina xwe bi dawî kirin.