NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî darbeya qeyûman a faşîst û êrîşên dagirkeriyê ji aliyê MAK’ê ve çalakiya serhildanê hate lidarxistin.
MAK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li gelek cihên Êlihê di navbera Milîsên MAKê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar derketiye.
Ravekirin wiha ye:
“Li dijî Faşîst û Êrîşên Dagirkeriyê kampanya Serhildan
Li gelek cihên Êlihê di navbera Milîsên MAKê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar derket.
6’ê Mijdarê di saetên êvarê de milîsên me li gelek taxên Êlihê bi taybet Bağlar, Taxa Koçera û Îpragazê daketin qadan û bi dagirkeran re şer derket. Hêzên me bersiva êrîşan da û li gelek nuqteyan barîkat li dijî çeteyên ku bi awayekî faşîst êrîşî vîna rewa ya gelê me kirin, kirin. Milîsên me bi fîşekên hewayî, bombeyên destan û keviran li hemberî êrîşên polîsên dagirker li ber xwe dan. Li gelek nuqteyan di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerên dijwar rû didin. Pevçûnên dijwar didomin, di encama berxwedana gel û hêzên me de gelek maşînên zirxî hatin derbkirin.
Milisen Azadiya Kurdistan (MAK)”