NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku yekîneyên Wan û Êlihê tevahiya şevê di nav çalakiyê de bûne.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
Yekîneyên me yên YCWK Wan û Êlîhê tevahiya şevê di nav çalakîyê de bûn.
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, li gelek taxên Wan û Êlîhê, li dijî desteserkirina îradeya Kurdistanê, şevê din li gelek taxên Wan û Êlîhê bi polîsan re ketin pêvçûnê. Çalakî hê jî dewam dikin. Weke YCWK’ê em ê bersivê bidin êrîşên hovane yên desthilatdariya faşîst û dagirker a AKP-MHP’ê ya li dijî gelê me.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşger!