NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên MJAR’ê li Geverê û Wanê li gelek cihan li dijî dagirkeran barîkat danîn. MJAR’ê têkildarî vê daxuyanîyek da.
Daxuyanî wiha ye;
“Çalakiyên me yên li dijî darbeya qeyûman di roja 4’emîn de berdewam dikin.
Li Geverê li taxên Esentepe, Cumhuriyet, Zagros, Kani Haydar, Mezarlık û Güngör barîkat û agir hatin pêxistin. Yekîneyên me bi tundî bersiv dan polîsên êrîşkar ên li her taxê bi teqemenî pêk hatin.
Li Taxa Altintepe ya Wanê di encama êrîşa polîsên dagirker de li 4 nuqteyên cuda barîkat û agir hatin pêxistin; Yekîneyên me bersiv dan û dijmin paşve kişiyaye.
Berxwedana li Gever û Wanê ya bi pêşengiya yekîneyên me mezin dibe. Heta ku em zîhniyeta dagirker a faşîst ji bajarên xwe derxin wê berxwedana me bidome. Li ser vê bingehê em careke din bang li hemû jin û ciwanên welatparêz dikin ku li qadan û kolanan li berxwe bidin û bang li wan dikin ku agirê me yê serhildanê geş bikin.”