NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi şev li gelek taxên Gever û Êlîhê bi dehan çalakî li dar xistine û bi saetan bi polîsan re pevçûn derketine. Di dîmenên de ku YCWK’ê parve kir moral û coşa ciwanan balê dikişîne.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Ji yekîneyên me yên YCWK GEVER û ÊLÎH’ê li dijî dagirkeran çalakî!
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, şeva 5-6’ê Mijdarê li gelek deverên GEVER û ÊLÎH’ê bi saetan çalakî li dar xistin, yekîneyên me bi polîsan re pevçûn. Yekîneyên me wesayîtên zirxî yên polîsan bi keviran, fîşekên hewayî û molotofan kirin hedef. Çalakiyên me yên li dijî tayînkirina qeyûman wê bênavber bidomin. Em careke din bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku di vê berxwedana bi rûmet de cih bigirin.”