HALEB – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger rêzeçalakiyên xwendinê nameyên Ş. Asya û Ş. Rojger li dar dixin. Îro ji ciwanên Helebê hatin cem hev û nameyên her du şehîdan xwendin.
Ş. Asya Alî û Ş. Rojger Hêlîn di 23’yê cotmeha 2024’an de li hemberî TUSAŞ a li Enqereyê (navenda hilberandina çekan) çalakiyeke fedaî pêk anîn. Ev çalakiya li dijî dagirkeriya faşîst li tevahiya Kurdistanê hat silav kirin.
Xwendina nameyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre her du nameyên şehîdan hatin xwendin.
Yasmîn Omer a ku di xwendinê de amade bû, dû re wiha got: “Divê hemû ciwan nameyên hevalên xwe bixwînin, ji ber ku her du heval ciwan bûn û di ciwaniya xwe de jî tevlî PKK bûn. Divê em ruhê ciwantiya her du şehîdan fêm bikin û bijîn. Her du heval bûne sembola ruhê ciwantiyê”
Xwendina nameyê bi çepikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.