ELÎH- Ciwanên Welatparêz li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya ElÎH’ê li gelek deveran berxwedana xwe berdewam dikin. Ciwanên ku li Emeklî Tokî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Bağlar, Korike, Pazaryeri, Bayindir, Cûdî û Petrol rê girtin, bi Stratejiya “Şerê Gel ê Şoreşgerî” bersiv dan êrîşên polîsan. Li gelek taxan ciwanan li dijî êrîşên polîsan barîkat danîn û nehiştin toma û maşînên zirxî bikevin nava taxan.
Ciwanan timî bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan Fedayê Rêber APO ye”, “Kayum wê biçin, gel wê werin” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin û li taxan agir pêxistin. Ciwanan li dijî gaza bîber, TOMA bi bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan ku çekên xweparastinê ne, bersiv dan êrîşên polîsan.