NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparezên Kurdîstan) ên Elîhê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran li Taxa Baglarê didomînin. Ciwanên ku li Elîhê barîkatên ku danîne û bi çekên Erka Xweparastinê yên kevir, fîşekên hewayî û molotofan hemû êrîşên polîsan têk birin, li dijî dagirkeran sekna xwe didomînin.
Yekîneyên YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin ku heta encam bi dest nekevin ew ê li qadên ku lê ne, hemû çalakiyên xwe bidomînin û got, “Em bang li hemû ciwanan dikin ku bi ruhê Rêber APO li qadên berxwedanê û têkoşînê mezin bikin. ”