NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê li Elihê bi dagirkeran re pevçûn, li Amedê jî li kamyonek şewitand. MAK’ê ragihand ku di pevçûnan de gelek wesayîtên zirxî hatine derbkirin û kamyon jî hatine rûxandin.
Ravekirin wiha ye;
“7’ê Mijdarê êvarê saet 18.00’an li Êlihê li taxên Bağlar, İpragaz, Taxa Koçera, Cudi, Petrolkent, Karşıyaka, Emekli Toki, Hilal, Pazaryeri û Bayındır milîsên me li dijî darbeya qeyûman daketin qadan. Polîsên dagirker bi maşînên zirxî û bombeyên gazê êrîş birin li ser mîlîsên me. Milîsên me barîkat danîn û bi bombeyên destan, fîşekên hewayî û keviran bersiv dan dagirkeran. Dagirkerên ku nikarin bikevin taxan, bi piştgiriya helîkopteran êrîşî qadên berxwedanê kirin. Heta derengiya şevê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Di pevçûnan de gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin.
7’ê Mijdarê saet 23.00’an li navçeya Bağlar a Amedê li dijî Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) li dijî darbeya qeyûman ji aliyê hêzên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Kamyona ku ji aliyê milîsên me ve hatibû şewitandin, ji ber şewatê hat rûxandin.
Serhildana gel a ku bi desteserkirina vîna gelê me destpê kir, li Kurdistanê belav dibe. Ev serhildana ku veguherî berxwedaneke mezin, careke din dilsoziya xwe ya bi vîna gelê me û têkoşîna azadiyê ya dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan da. Gelê me bi taybetî li Êlih, Merdîn û Xalfetiyê li gelek bajaran daket qadan û li dijî zilmê serî hilda. Em gelê xwe yê li hemû Kurdistanê daketin qadan di şexsê dayikên xwe yên hêja de silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Divê hemû gelê me bizane ku em di nava berxwedaneke rewa û mafdar de ne û serkeftina teqez nêzîk e. Ev xeta berxwedanê mîrateya Egît û Çiyager e. Encam çi dibe bila bibe em ê vîna xwe û mafên xwe biparêzin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê û raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku tevlî têkoşîna rewa ya berxwedana gelê me bibin.
Milîsên Azadiya Kurdistanê wê li her qada ku gelê me lê ye, li ser esasê xweparastinê xwe bi cih bike û bersiva pêwîst bide dagirkeran. Heya ku li ser axa Kurdistanê kolonyalîzm hebe, şerê me yê azadiyê wê bidome.”