KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê festivala 3’emîn a Şehîd Hogir lidardixin. Îsal festival ji Şehîd Metîn re hat diyarî kirin. Berî hefteyekî jî, bi heman rengî vê festival li herêma Cizîrê pêk hat.
Festîval bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê li ser nave Yekîtiya Xwendekaran Çiyager Kobanê axivî û diyar kir ku erkê pêşengtiya şoreşê dikeve li ser mile ciwanan û bi taybetî li ser milê xwendekaran. Her wiha diyar kir ku dive xwendekaran di bin her şert û mercan de xwedî li çanda xwe û civaka xwe derkevin.
Piştî wê birayê şehîd Hogir Kobanê axivî û got ku şoreşa azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya xwendekaran hat dest pê kirin û bi keda şehîdan îro gelê Rojavayê Kurdistanê dikare bi zimanê xwe, çanda xwe û azadiya xwe jiyan bike. Di dawiyê de destnîşan kir ku ji dema şehadeta Şehîd Hogir malbata wî xwedî li wî derket û serkeftin ji festival re xwest.
Piştî wê bernameya hûnerî ya festival dest pê kir. Komên xwendekaran şano, helbest û stranên xwe pêşkêşkirin. Di heman demê de satranc û pîngpong tên lîstin.
Beşa yekemîn a festival bi girtina govendê bi dawî bû.
Festîval bi pêşbirkên zanîstî û aktîvîteyên werzîşî berdewam dike.