NAVENDA NÛÇEYAN –Milîsên Atakan Mahir ên HBDH’ê ragihandin ku li Bûrsayê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya sabotajê lidar xistin.
HBDH’ê têkildarî çalakiya sabotajê ev agahî da:
“Di êvara 6’ê Mijdarê de li navçeya Înegol a Bûrsayê febrîqeya mobîlya ya Beso ya li kolana 12’emîn a Taxa Mahmûdiyeyê hate şewitandin. Xisareke mezin li febrîqeyê bû.
Di şeva 6’ê Mijdarê de jî li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê trafoyê taxê ya li nêzî Bazara Akse ya Taxê hate şewitandin.”
HBDH’ê diyar kir ku çalakî li dijî darbeya qeyûm hate kirin.”