NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya çalakiya “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” çalakiyên ku ji aliyê YCWK’ê ve li dijî êrîşên dagirkeriyê bê navber dewam dikin.
Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê îro danê êvarê li dijî Konaxa Navendî ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê çalakiyek molotof li dar xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê vê berxwedana ku li Kurdistanê mezin dibe, li metropolên Tirkiyeyê jî xurtir bikin. Her êrîşa ku li ser gelê me tê kirin, wê bi ruhê ciwanên APO bersivê bide.”
Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe li her derê bidomînin, bang li ciwanên Welatparêzên Kurdistanê kirin ku cihê xwe di nava refên YCWK’ê de bigirin.
Dîsa danê êvarê Yekîneyên YCWK Elîh li du nuqteyên cuda yên Elîhê li dijî sûka BÎM û wesayîta zirxî ya TOMA çalakiyek molotof li dar xist.
Ciwanan gotin, “Em bang li hemû ciwanên APO’yi dikin ku bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî li qadan berxwedanê bilind bikin da ku vî agirê ku heta niha didome bilind bikin û encam bigirin.”