MEXMÛR- Beşa pêncemîn ya bernameya Sosyolojiya Ciwanan hat weşandin. Bername ku ji Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê di çarçoveya Atolye Ragihandina Ciwanan tê amade kirin di her beş de mêjarek digirin dest ku di jiyana ciwanan bi bandor e.
Mêjare beşa nû moda ye û ev jî weki perçeyek ji şerê taybet tê destgirtin.
Di nava Moderniteya Kapîtalîst de moda stûnek giring e. Pergalek ku her pêwistî bi zêdekirina mesrefan heye, bi vê away mirov bandor dike. Bi awayek pir bi plan, bi reklaman herî qurnaz tarzek jiyana herî erzan tê şirîn kirin. Ciwanê ku pergal dixwaze wisa ye, ku şûnde li ser rastiya xwe û bi cewher be, her dikeve pey moda ya dawî tu tê pêşxistin. Ciwanek ku dikeve vê kemîn, ku xwebaweriya xwe bi telefonek nû ve girêdide, çiqas cîlên nû li xwe bike nabe xweşik, dibe kole. Xweşîkbûn ne bi moda, bi cewherîbûn tê qezenckirin. Ciwanek ku li gor rastiya xwe jiyan dike dibe xweşik.
Beşên din ên Sosyolojiya Ciwanan li ser Kanala Youtube ya Atolya Ragihandina Ciwanan dikarin bên guhdarkirin.
https://www.youtube.com/@AtolyaRagihandinaCiwanan