ŞEHBA – Lîga Futbolê ya Ciwanan a Efrînê û Kantona Şehbayê bi dirûşmeya “Werzîş me dike yek” bi dawî bû û maça fînalê li ser zeviya giya Babens a şeş alî hate lidarxistin.
Di maçê de tîmên Zagros Efrîn û Dîlbrîn Efrîn û tîmên biçûk Dîlbrîn Efrîn û Birayên Ehlî hatin cem hev.
Bi amadebûna girseya gel û nûnerên sazî û desteyan ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Her çar tîman performanseke cihêreng pêşkêş kirin, maça yekem bi serkeftina tîma Dîlbrîn Efrînê bi encama 4-1 bi dawî hat û tîma Zagros ya Efrînê di maça duyemîn de bi skora 4-2 bi ser ket û bûn şampiyona turnuvayê.
Di dawiya tûrnûvayê de komîteya amadekar tîmên serketî pîroz kirin û xelatên ferdî û tîmî parve kiri. Kaptanê tîma Dîlbrîn kaptan Mistefa Misto û kaptanê tîma Zagresê Ehmed Edhem di nava şahiyan de kûpaya şampiyoniyê bilind kirin.