KOLN – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ên li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo meşa 16’ê Mijdarê li bajarê Kolnê banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan ji bo tevlîbûyîna meşa ku wê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di 16’ê Mijdarê de li Kolnê ji çar aliyên Ewropayê bi deh hezaran kes tê lidarxistin, bang li raya giştî kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Îlhamî Zap jî bangawazî kir û got, “Em ê di 16’ê Mijdarê de di meşa ku li Kolnê bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de tê lidarxistin, Kolnê bihejînin, bersivê bidin dijmin û tecrîdê bişkînin.”
Li ser navê TekoJIN’ê Melek Guneş jî axivî û got, “Di 16’ê Mijdarê de em ê weke ciwanên şoreşger, Kurdistanî û dostên wan ên navneteweyî li Kolnê bicivin. Em ê kolanên Kolnê bi agirê azadiyê dorpêç bikin û tecrîda li ser Rêber APO bişkînin.”
Endamê TCŞ’ê Mehmet Amanos diyar kir ku divê em di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bin, Azîz Aksoy jî got, “Em weke ciwanên Kurdistanê di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber APO dimeşin.”
Amadekariyên meşa ciwanan wê heta 16’ê Mijdarê bênavber berdewam bikin.