KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê festivala 3’emîn a Şehîd Hogir lidardixin. Îsal festival ji Şehîd Metîn re hat diyarî kirin. Berî hefteyekî jî, bi heman rengî vê festival li herêma Cizîrê pêk hat.
Bi sedan xwendekarên dibistanan, peymangehan û zanîngehan ji herêma Firatê, Heleb û Şehbayê beşdarî festîvalê bûn. Festîval li Hola Werzîşê ya Şehîd Behdînan Kobanê hat lidarxistin.
Festîval bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê li ser nave Yekîtiya Xwendekaran Çiyager Kobanê axivî û diyar kir ku erkê pêşengtiya şoreşê dikeve li ser mile ciwanan û bi taybetî li ser milê xwendekaran. Her wiha diyar kir ku dive xwendekaran di bin her şert û mercan de xwedî li çanda xwe û civaka xwe derkevin.
Piştî wê birayê şehîd Hogir Kobanê axivî û got ku şoreşa azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya xwendekaran hat dest pê kirin û bi keda şehîdan îro gelê Rojavayê Kurdistanê dikare bi zimanê xwe, çanda xwe û azadiya xwe jiyan bike. Di dawiyê de destnîşan kir ku ji dema şehadeta Şehîd Hogir malbata wî xwedî li wî derket û serkeftin ji festival re xwest.
Piştî wê bernameya hûnerî ya festival dest pê kir. Komên xwendekaran şano, helbest û stranên xwe pêşkêşkirin. Di heman demê de satranc û pîngpong hatin lîstin. Di heman demê de li lîstokgeha Desteya Ciwan û Werzîşê û li lîstokgeha li ber Qada Şehîd Egîd turnoveyên goga lingan pêk hatin. Beşa hûnerî a bernameya festîvalê bi gerandina govendê bi dawî bû.
Piştî wê bi tevlîbûna komên xwendekaran, pêşbirkekî zanîstî derbarê civak, erdnîgarî û dîroka Kurdistanê û dîroka tevgera azadiyê hat li darxistin.
Di dawiyê de xwendekarên herî serkeftî hatin xelatkirin.
Her wiha, xwendekarên ku tevlî festîvala Şehîd Hogir bûn bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn û girîngî û hedefa vê festîval diyar kirin. Berdevka xwendekarên a navçeya Ehdas a Şehbayê Nûjîn Mihemed destnîşankir ku hedefa vê festîval zindîkirina ziman û çanda kurdî ye. Her wiha, vê festîvalê diyar kir ku ev festîvalê diyarî hemû şehîdên şoreşê, şervanên azadiyê û xwendekarên berxwedêr dikin.
Mistefa Elîko jî, xwendekarê Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kobanê, got ku bi vê festîvalê dixwazin xwendekaran di milê hûnerî û werzîşî de xwe pêşbixin, û di heman demê de diyar kir ku lidarxistina festîvalê helwestekî ye li hemberî dewleta Tirk, ê ku dixwaze çand û îradeya gelê kurd tune bike.