BERLÎN – Ciwanên Xwendekar ên li Berlînê dijîn, bi vekirina pankartê piştgirî dan berxwedana ku li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên Ewropayê li dijî desteserkirina îradeya şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê destpê kir.
Ciwanên ku pankarta “Bê Azadî Aşitî Nabe, Bijî Berxwedana Kurdistan” li Berlînê li ser rêyeke qelebalix vekirin, bi meşaleyan ciwanên Kurd ên li hemberî hêzên dagirker ên li Kurdistanê berxwe didin silav kirin.
Ciwanên ku daxuyaniyeke nivîskî dan, bal kişandin ser Polîtîkayên Şerê Taybet ên dewleta Tirk a faşîst a dagirker li Kurdistanê û mekanîzmaya zextê ya li ser gelê Kurd.